‘Lêkirina dîwar piştrastkirina Peymana Sykes-Picot e’

Ehmed Xoce diyar kir ku armanca bi dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hewl didin Kurdistanê zêdetir parçe bikin û got ev dîwar Peymana Sykes-Picot piştrast dike.

‘Lêkirina dîwar piştrastkirina Peymana Sykes-Picot e’
2 nîsan, 2022   01:36
KOBANÊ- ZANA SEYDÎ

Bertekên ji bo şermezarkirina qutkirina Şengalê ji Rojava bi rêya lêkirina dîwar ji aliyê artêşa Iraqê ve, hemwextî bicihkirina hêzên PDK’ê li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê, berdewam in.

Artêşa Iraqê bi erêkirina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dest bi lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kiribû.

Li gorî agahiyan, dîwar dê li ser sînorê Sûriye û Iraqê 250 km dirêj û bi qasî 4 metre bilind be û nuqteyên çavdêriyê li ser hebin.

Der barê mijarê de, ANHA'yê bi endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce re hevpeyvîn çêkir. Ehmed Xoce lêkirina dîwar wek piştrastkirina Peymana Sykes-Picot nirxand.

Xoce da zanîn ku pêvajoya lêkirina dîwar di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê de berdewama plana dewleta Tirk û Iraqê ye ku beriya wê dîwar li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê lê kirine.

Ehmed Xoce destnîşan kir ku lêkirina dîwar ji aliyê artêşa Iraqê ve hemwextî bicihkirina hêzên PDK'ê li nêzî herêma Metîna ya Başûr e û diyar kir ku plan û êrişeke hevbeş li dijî îradeya gelê Kurd heye. Ehmed Xoce wiha lê zêde kir: "Dema em behsa projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê dikin, rejîmên herêmî vê projeyê wek metirsiyekê li ser hebûna xwe dibînin, lewma li dijî gelê Kurd planan çêdikin. Em jî wek gel van kiryaran qebûl nakin û divê cîhan bê deng nemîne, ji ber ku em xwedî projeyek demokratîk in û em van kiryarên li dijî gelê xwe qebûl nakin."

Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Firatê belav kiribûn, planeke hevbeş a artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê ji bo dagirkirina hin herêmên di navbera Kela Qumriya û Qeşûra de heye.

Hêzên PDK'ê di 28-29'ê Tebaxa sala borî de li herêma Xelîfan kemînek danîbû û komeke gerîla kiribû hedef û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn û gerîlayek dîl hate girtin.

Ehmed Xoce wiha dawî li axaftina xwe anî: "Newroza îsal peyameke zelal da dewleta Tirk û tevahî cîhanê ku em xwedî nasname û îrade ne û ev gel nayê tunekirin. Em ê hebûna xwe biparêzin, ji ber vê yekê ev hemû kiryar li ser gelên ku sîstema heyî ya cîhanê red dikin tu bandorê nake."

(dx)

ANHA