ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-04-2022
1 nîsan, 2022   23:00

-Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa şahiyekê ji zarokên şehîdan re li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li navenda yekitiyê şevbuhêreke çandî û wêjeyî li dar dixe, saet 20:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan şahiyekê li navenda çandê ya Serdem a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û rewşenbîrên Ereb diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan afrîner e û gelek têgehên fikrî, siyasî û felsefî bi pêş xistin. Her wiha desntîşan kir ku ramanê Ocalan ji bo gelên cîhanê bi giştî û gelên herêmê bi taybet bûye pirek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rexneyên ji ber necidiyeta civata navnegteweyî ya bi dosyaya DAIŞ’iyên girtî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berdewam in. Siyasetmedar û rûspiyên eşîran li ser hiştina vê dosyayê bêyî çareserî hişyarî da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ligel têkçûna rewşa ewlehî ya Lubnanê, aliyên ku bi dosyaya xwarinê re eleqedar dibin, fikarên xwe anîn ziman ku Lubnanê rastî qeyrana birçîbûnê were, nemaze pişt agahiyên ku depoyên genim û xwarinê têra du mehan dikin. (BI WÊNE).

- Hunermendên herêma Firatê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo şikandina tecrîdê banga xurtkirinê têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Ehmed Xoce diyar kir ku armanca bi dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hewl didin Kurdistanê zêdetir parçe bikin û got ev dîwar Peymana Sykes-Picot piştrast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA