PYD'ê êrişa dewleta Tirk û bêdengiya civata navneteweyî şeremzar kirin

PYD’ê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemer êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û got, hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe kiryarên dewleta Tirk rewa dikin.

PYD'ê êrişa dewleta Tirk û bêdengiya civata navneteweyî şeremzar kirin
1 nîsan, 2022   19:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo- Tirbespiyê erebeyek bombebaran kir. Li gorî daxuyaniya QSD'ê, "Di êriş de şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê bi navê navê Dirar Cuma Hemze şehîd ket û û helbestvanê navdar Ferhad Merdê jî di nav de 2 hevalên me jî birîndar bûn."

Têkildarî vê êrişê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di rojekê de ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelên Suryan, Asur û Kildan re cejna Ekîto pîroz dikin, faşîzma Tirk her semboleke dîrokî û nîştimanî ya taybet bi gelên Mezopotamya armanc dike, bi wê yekê girêdan, yekitî û hevgirtina gelan hedef digir. Balafireke bêmirov a dewletaTirk vê sibehê li ser rêya M4 a Tirbespiyê - Qamişlo erebeyeke Hêzên Erka Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir, di encamê de welatiyek şehîd bû û du jî birîndar bûn.

Digel bêdengiya dewletên garantor û aktîf ên li Sûriyê hovîteya dewleta Tirk berdewam e, bi wê yekê re sûcên dewleta Tirk a faşîst û kîna wê li dijî gel û pêkhateyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

Em Meclisa Giştî ya PYD’ê êrişa faşîzma Tirk a li dijî pêkhateyên Rêveberiya Xweser şermezar dikin. Di heman demê de bêdengiya hêzên navneteweyî ku hewl dide sûcên dewleta Tirk rewa bike şermezar dikin. Em bang li wan dikin ku dawî li sûcên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî xaka Sûriyê bînin. Êrişên dewleta Tirk israr û baweriya me bi hêz û projeya neteweya demokratîk zêde dike, asta têkoşîn û rizgarkirina herêmên dagikirî bilind dike."

(fr)

ANHA