MSD’ê têgeha "nenavendî" û pêşniyarên li ser pêşeroja Sûriyê nîqaş kirin

Meclisa Serokatiya MSD’ê têgeha nenavendî, şêwe, sazkirin û pêşniyarên cuda yên li gorî Sûriya pêşerojê nîqaş kirin.

MSD’ê têgeha "nenavendî" û pêşniyarên li ser pêşeroja Sûriyê nîqaş kirin
1 nîsan, 2022   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)  civînek li dar xist, tê de dîroka damezrandina dewleta Sûriyê, kokên nenavendî li Sûriyê, destûrên li welat, bendên girêdayî teşeya dewlet û pergala birêvebirina wê nîqaş kirin.

Di civînê de belgeya xebatê hate nîqaşkirin, tê de model û tecrûbeyên pratîk ên nenavendîbûnê li ser astên herêm û navneteweyî heye, her wiha pêdiviyên pêkanîna pergala nenavendîbûnê ku ferd ji desthilat an jî dîkatoriyê diparêze ku dane û hêza dewletê keysbaz neke, hate nîqaşkirin.

Têkildarî wê, partî û pêkhateyên siyasî belge û pêşniyarên li ser têgeha nenavendîbûnê, sazkirin û teşeya guncaw ji bo xwezaya Sûriyê ya pirrengî pêşkêşî meclisê kirin. Di heman demê de endamên meclisê bal kişand ser nebaşiya pergala navendî ku biryarên pêkhate û xêr û bêrên welat keysbaz dike, bêyî ku raya giştî berçav bigire.

Gelek partî û hêzên Sûriyê di rêvebirina pêşeroja welat de xwe dispêrin rêgeza navendîbûnê, lê belê li ser sazkirin û teşeyeke guncaw li hev nekir. MSD’ê da zanîn ku çareserya guncaw ji Sûriyê re pergala nenavendî ya demokratîk a pirrengî ye ku yekitî û serweriya welat diparêze."

Çavkanî: Nivîsgeha Ragihandinê ya MSD'ê.

(fr)