QSD: Di êrişa li Tirbespiyê de şervanekî Erka Xweparastinê şehîd bû

QSD'ê ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a nêzê Tirbespiyê de şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bû û du jî birîndar bûn.

QSD: Di êrişa li Tirbespiyê de şervanekî Erka Xweparastinê şehîd bû
1 nîsan, 2022   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Tirbespiyê li dijî erebeyekê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike.

Îro di saetên nîvro de, li nêzî bajaroka Tirbespiyê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve êrişek balafirê keşfê li hember seyareyek girêdayî Hêzên Erka Xweparastin pêk hat. Di encama vê êrişê de hevalekî me bi navê Dirar Cuma Hemze şehîd ket û her wiha helbestvanê navdar Ferhad Merdê jî di nav de 2 hevalên me jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran baş e".

ANHA