Li Hesekê û Qamişlo pîrozbahiyên Cejna Ekîto

Gelê Asur, Suryan, Kildan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Ekîto pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala aştî, ewlehî û hezkirinê.

1 nîsan, 2022   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 1’ê Nîsana her salê de cejna Ekîto anku sersala Asur tê pîrozkirin. Ew cejn nîşana nûkirina rola jiyana xwezayê ye.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Q_DrEuEAxE8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi vê boneyê bi sedan gelê Suryan, Asur ê Hesekê, Til Temir û gundên wê li gundê Til Erboş ê bakurê rojavayê Hesekê kom bûn û cejna Ekîto di sala xwe ya 6772’yan de pîroz kir.

Di şahiyê de endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed, berdevkê QSD’ê û berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî, şaneyên ji Rêveberiya Xweser, Meclisa Kantona Hesekê û partiyên siyasî yên Til Temir û Hesekê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre li ser nave Partiya Yekitiya Suryan Ebîr Îliya, Partiya Yekitiya Suryan Hîbe Asya, li ser nave Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Nebîl Oşana axivîn û cejna Ekîto li gelê Asur, Suryan, Kildan û gelên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala aştî, hezkirinê û bibe sala îsbatkirina nasname û hebûnê.

Ebîr Îliya belgeya lihevkirina siyasî ya di navbera Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk de xwend.

Ebîr Îliya li ser naveroka belgeyê û girîngiya wê ji bo gelê Asur, Suryan û Kildan re ji ajansa me re axivî û wiha got: "Lihevkirina siyasî pir girîng e û armancên wê li ser asta neteweyî heye ku hewl dide zimanê suryanî vejîne, mafên gelê Suryan di destûra Sûriyê de hebe û beşdarî xebata siyasî ya biryara neteweyî ya 2254’an bibe, beşdarî rêvebirina dewletê bibe ku xwe bigihîne Sûriyeke pirrengî ya nenavendî û hêvî kir ku ev sala bibe sala aşît û hezkirinê."

Li aliyekî din jî li ser navê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena 1’ê Nîsanê li gelên Asur, Suryan, Kildan û gelên herêmê pîroz kir û diyar kir ku ev roj nûkirina rih, xweza, împratorî, lihevkirin û şaristaniyên girêdayî gelê me yên bi hezar salan misoger dike.

Hena wiha domand: "Em di parastina çand, dîrok û şaristiyaniya xwe de berdewam in û li hember siyasetên bi armanca koçberkirin û çewisandina nasnameya me berxwedanê dikin."

Piştî axaftina bi dawî bûn, gelek peyamên pîrozbahiyê yên partiyên siyasî û şandeyên beşdarî şahiyê bûne hatin xwendin. Şahî bi hunrên komên Suryan, stran û govendê bi dawî bû.

QAMIŞLO

Girêdayî mijarê, Yekitiya Suryan tevî Rêxistina Asûrî ya Demokratîk bi boneya cejna Ekîto şahiyek li gundê Gir Şêran ê başûrê rojhilatê Tirbespiyê ya Qamişlo bi beşdariya bi dehan ji pêkhateyên herêmê li dar xist.

Di şahiyê şaneyek ji Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya QSD’ê amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre komên Yrthutha û Ornina govendên folklorîk ên Suryan pêşkêş kirin û belgeya lihevkirina siyasî ya di navbera Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk de hate xwendin.

Her wiha Hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Nezîra Gewriye axivî û cejna Ekîto li gelê Suryan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Nezîra Gewriye da zanîn ku belgeya lihevkirinê ya di navbera Partiya Yekitiya Suryan û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk de hatiye îmzekirin bi armanca naskirina pêkhateya Suryan û zimanê wê ye. Ji ber ew gel xwedî mîras û şaristaniyeke kevnare ya bi gel û pêkhateyên li ser vê xakê re ne.

Nezîra Gewriye destnîşan kir ku xebat û têkoşîn ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in.

Li aliyekî din jî berpirsê Nivîsgeha Têkiliyên Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Gabrîal Moşî got hêviyên wan ji bo sala nû ku aştî li herêmê, dûrî şer, misoger bibe.

Li ser navê Yekitiya Jinan a Suryan jî Georgette Barsomo axivî û wiha got: "Şahiyê bi cejna Ekîto 12 rojan berdewam dikirin. Ev cejn bingeha pîrozkirina vê cejnê hatina buharê, çinîna ceh anku girêdana xwe bi xwezayê re heye."

Di dawiyê de komên Parmaya, Ornina û Inanna gelek govekên folklorîk pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA