​​​​​​​Newroz Ehmed cejna Ekîto pîroz kir

Endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed cejna Ekîto li gelên Suryan û Keldan pîroz kir û hevgirtina gelê herêmê silav kir ku xweîd mîraseke çandî ya hevbeş in.

​​​​​​​Newroz Ehmed cejna Ekîto pîroz kir
1 nîsan, 2022   12:52
HESEKÊ

Îro bi boneya cejna Ekîto şahiyek li gundê Erbûş ê navçeya Til Temirê li dar ket. Di şahiyê de fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Meclisa Leşkerî ya Suryan beşdar bûn.

Di şahiyê de endama Fermendariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed axivî û cejna Ekîto li gelê Suryan û Keldan pîroz kir.

Newroz îşaret bi têkiliyên çandî yên di navbera gelên Mezopotamyayê de kir û got: “Çanda hemû gelên herêmê yek e. Bi saya fedakariyên şehîdan em îro cejnên xwe pîroz dikin.”

Her wiha Newroz bal kişand ser êrişên li dijî herêmê û got: “Bi armanca koçberkirina şêniyên resen û têkbirina destkeftiyên ku bi dest xistine, dewleta Tirk a dagirker hîna êrişî herêmê dike.”

Newroz Ehmed hevgirtina gelên herêmê silav kir û destnîşan kir ku bi rêya yekitî, berxwedan û hevgirtina xwe dikarin li hember hemû komplo û siyasetan li ber xwe bidin.

(şx)