Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin

Bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan, meclisên malbatên şehîdan çalakiyên cûda ji bo zarokên şehîdan re li dar xistin.

Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê berdewam dikin
1 nîsan, 2022   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Çand û Hunerê, bi bonea 4'ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan, şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Şahî li navenda Baqî Xido bi beşdarbûna bi sedan zarok û malbatên şehîdan hate lidarxistin.

Şahî bi rêzgirtin dest pê kir.Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Kantona Kobanê Eyşe Efendî axivî û bal kişand ser berxwedana şehîdan û got, divê rêya ku şehîdan xêz kiriye nîşanî zarokan were kirin û rê neyê dayîn ku pey şerê taybet bikevin.

Paşê komên Navenda Baqî Xido û Hîlala Zêrîn stran û şono pêşkêş kirin.

MINBIC

Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê şahiyek ji zarokên şehîdan re li Parka Erd El-Mereh li dar xist. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û leşkerî, gazî û malbatên şehîdan beşdarî şahiyê bû.

Paşê malbatên şehîdan stran pêşkêş kir. Zaroka bi navê Hezar helbest xwendin. Her wiha zarokên şehîdan şanoyek pêşkêş kir.

Di dawiyê de diyarî pêşkêşî zarokên şehîdan hatin kirin.

HELEB

Li taxa Şêxmeqûsdê, Yekitiya Werzîşê û Meclisa Malbatên Şehîdan şahî û çalakiyên werzîşê li dar xistin.

Meclias Malbatên Şehîdan a Helebê şahiyek ji zarokên şehîdan re li hola Star Layîk a herêma Şiqêf li dar xist.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Fatime Îbo axivî, diyar kir ku rojbûna rêbertî ji bo gelên Mezopotamyayê pîroz e û got: "Ji ber ku fikirê rêbertî rêya azadî û heqîqetê nîşanî gelan da."

Fatime Îbo soza şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da.

Piştre, koma Kulîlkên Efrînê ya Tevger Hîlala Zêrîn stran û koma Stêrkên Pêşerojê ya Navenda Cemîl Horo şano pêşkêş kir.

Li aliyekî din jî Yekiriya Werzîşê ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi diruşma "Bi rojbûna te ey fermandarê azadî û aştiyê buhar geş bû" çalakiyek li stada Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya herêmê Şiqêf li dar xist.

Hevseroka Yekitiya Werzîşê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Cîhan Ebid rojbûna rêber Abdullah Ocalan li beşdaran  û gelên azadîxwaz pîroz kir û got: "Rêbertî gel rizgar kir û nezanî li Rojhilata Navîn têk bir, rojbûna wî rojbûna demokrasiyê ye û dîrokeke nû ji bo gelên herêmê ye."

Piştî axaftinan çalakiyên werzîşê ji kişandina werîş, şatranc, ping pongê û lîstikên fotbulê di navbera tîmên Berxwedan û Serdem de û tîmên ciwanên Efrînê û Bedîna de hatin lidarxistin.

ŞEHBA

Bi beşdarbûna Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê, Meclisa Malbatên Şehîdan şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist. Şahî li hola Mîtan a Çand û Hunerê ya Navçeya Ehdasê hate lidarxistin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ednan Şêxo rojbûa rêber Ocalan li tevahî mirovahî û têkoşeran pîroz kir û got, ev berxwdan berhemên fikir û felsfeya rêber Ocalan e.

Paşê sînevîzyonek li ser jiyana rêber Ocalan hate pêşandan. Koma Şehîda Egîd a dîlanan, koma Buhara Şehbayê ya stranan, koma Şehîd Birusk a dîlanên erebî, koma Şitla Zeyûtnan a staran çalakiyên hunerî pêşkêş kir.

Di dawiyê de diyarî li zarokên şehîdan hatin belavkirin û govend hatin gerandin.

ANHA