Konferansa Yekitiya Karmendên Tenduristiyê li dar ket

Yekitiya Karmendên Tenduristiyê yekemîn konferansa xwe bi amadebûna 100 delegeyan li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê li dar xist. Di konferansê de meclisa giştî û hevserokatiya yekitiyê hat hilbijartin.

Konferansa Yekitiya Karmendên Tenduristiyê li dar ket
1 nîsan, 2022   12:39
QAMIŞLO

Xebatkarên nexweşxaneyên taybet û yên Rêveberiya Xweser cihê xwe di Yekitiya Karmendên Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê de digirin.

Konfransa yekitiyê bi amadebûna endamên TEV-DEM’ê û saziyên têkildarî tenduristiyê hat lidarxistin. Di konferansê de hevseroka TEV-DEM Rûken Ehmed axivî û şehîdên tenduristiyê bi bîr anî û diyar kir ku kadroyên tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka 2011`an de cihê xwe di hemû şeran de girtiye e û got: “Dirûşma we ya vê konferansê gelekî girîng û bi wateye ku em bikarin xwe bi rêxistin bikin.”

 

/kr/uploads/files/2022/04/01/124208_rken-ehmed.webp

Paşê di konferansê de nîqaş li ser rêziknameya hundirîn hat kirin, hevserokê Yekitiya Karmendên Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Mazin El-Şêx têkildarî avakirina yekitiyê got: “Ev 4 meh e em li ser damezirandina yekitiyê kar dikin. Ji 10 pisporiyên heyî di yekitiyê de dê meclisê bê avakirin, dê meclis ji 13-15 endaman pêk bê.”

/kr/uploads/files/2022/04/01/124129_img_9110.webp

Di dawiya konferansê de Meclisa Giştî ya Yekitiya Karmendên Tenduristiyê hat avakirin, her wiha ji bo hevserokatiya yekitiyê Sîlva Ebdullah û Mazin El-Şêx hatin hilbijartin.

(sb)

ANHA