Misilmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên Remezanê dikin

Cîhana îslamê pêşwaziya Remezanê dike, di heman demê de li gel ambargoya bênavber a li ser herêmê û êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi taybet li ser herêmên şer ên dagirkirî, misilmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li benda hatina meha Remezanê ne.

Misilmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên Remezanê dikin
1 nîsan, 2022   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo misilmanan meha Remezanê meheke cuda û pîroz e. Di vê mehê de rojiyê digirin, ji ber hêmanek ji hêmanên îslamê ye û li gel rojiyê gelek tiştên din jî li xwe heram dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, misilman amadekariya rojiya Remezanê bi kirîna madeyên xwarinê, bi taybet xurme, şêranî û pêdiviyên çêkirina wê, dikin.

/ar/uploads/files/2022/04/01/070313_mhy-aldyn-mhmwd.webp

Mihyedîn Mehmûd ê ji Kobanê ji ajansa me re li ser pîrozahiya meha Remezanê axivî û wiha got: "Li gel me meha Remezanê cuda ye, sembola biratî, beşdarbûna bi xizan, rojîgirtina ji bo Xwedê ye. Rojî li ser mirovan ferzeke ku hêza wan were testkirin, da ku dewlemend bi xizan bifikire û di birçîbûna wî de beşdar bibe. Rojî sererastkirina derûniyê ye."

Mehmûd wiha domand: "Di meha Remezanê de wekhevî di navbera hemû beşên civakê de pêk tê, tu cudahî di navbera welatiyê normal an jî serok de tune ye, heta qiralên ku rihan dikişînin û şeran ava dikin dê xwedê wan muhasebe bike. Heta di pişt perdeya olê de xwe veşartin û banga mirovahiyê kir, dê werin muhasebekirin."

Pirî caran di Remezanê de însiyatîfên kesên rewşên wan baş hene ku alîkariyê didin malbatên hewcedar. Hin kes jî nan li welatiyan di dirêjahiya meha Remezanê de belav dikin.

Di heman demê de Ebdulezîz Remezan ê ji gundê Kêşkê yê Girkê Legê ya Qamişlo da zanîn ku meha Remezanê bi xêr û bêr e û divê her kesên rojiyê digirin pabendî pîvanên îslamê bin û xêrê bikin.

/ar/uploads/files/2022/04/01/070205_abdalazyz-rmdhan.webp

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Yasir El-Hisên ê ji Tebqayê got Remezan meha dilovanî û têkiliya xizman e û baweriyên tê de cudahiyê mehên dîtir in, ji ber li gel misilmanan xwedî taybetmendiyeke cuda ye.

El-Hisên li ser bihabûna li sûkan axivî û wiha got: "Hin madeyên xwarinê yên girîng ji bo Remezanê hene û hemû nikarin bikirin, tenê hin malbat dikarin bikirin. Ji ber krîzên li cîhanê bandorê li me jî dikin."

Sabirîn El-Teref ê ji Şedadê ya Hesekê hatina meha Remezanê ya pîroz li misilmanên cîhanê pîroz kir û wiha got: "Divê misilman panbendî rojiyê be û dûrî tiştên heram be. Ji ber di meha Remezanê de xêr û bêr pir in."

/ar/uploads/files/2022/04/01/070027_sabryn-altraf-28129.webp

El-Teref têkildarî pîroziya meha Remezanê û taybetmendiyên wê ji misilman re hin axaftinên pêxember nîşan dan.

Ji navçeya Til Temirê jî ku gundewarên wê her tim rûbirûyî topbaranên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, Gulnaz Osman ev tişt got: "Meha Remezanê meha testkirina misilmanan e da ku xwedê wan li ser serbrê û girêdana bi olê ve xelat bike."

Gulnaz Osman wiha domand: "Divê Remezan bibe meha lêborîn û dûrketina dijminatiyê û bibe sembola hezkirin û aştiyê."

Der barê êriş û topbaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan de Gulnaz Osman ev tişt anî ziman: "Ruxmî wî jî em di Remezanê de rojiyê digirin û sebir dikin."

/ar/uploads/files/2022/04/01/070232_kwlnaz-athman-28129.webp

Li ser bihabûna li sûkan Gulnaz Osman axivî û bang li bazirgan û xwediyên dikanên bazirganiyê kir ku alîkariya welatiyan bikin, ne biha bilind bikin, da ku meha Remezanê weke tê nasîn, bibe meha xêr, bereket û lêborînê.

(fr)

ANHA