​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hêzên hikumeta Şamê perwerdeyên xwe zêde kirin da ku biçin Ukraynayê

Rojnameyên erebî îro têkildarî perwerdekirina hêzên girêdayî hikumeta Şamê da ku wan bişînin Ukraynayê, xitimandina siyasî li Iraqê û kar û barên Tunisê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hêzên hikumeta Şamê perwerdeyên xwe zêde kirin da ku biçin Ukraynayê
1 nîsan, 2022   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EL-NEMÎR PERWERDEYÊN XWE ZÊDE KIRIN DA KU TEV LI ŞERÊN LI UKRAYNAYÊ BIBIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rojava Sûriyê de wiha nivisî: “Duh hat ragihandin ku hêzên Firqeya 25`an a hêzên hikumeta Şamê bi serkêşiya Suhêl El-Hesen ku bi navê hêzên El-Nemîr tê naskirin, ev 3 roj e perwerdeya xwe berdewam dikin da ku biçin Ukraynayê û li rex hêzên Rûsyayê şer bikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku ev hêz ferman û fînanseyê ji hêzên Rûsyayê digirin û derdora 700 endamên wê û efserên Rûsyayê tev li perwerdeyê bûne.”

‘SENARYOYÊN GIRÊK LI BENDA IRAQÊ NE’

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Senaryoyên girêk li benda Iraqê ne li gel borandina dema hilbijartina serokkomar û tunebûna nîşaneyên pêkhatine lihevkirinên din ku parçebûna siyasî ji holê rake. Nexasim piştî helwestên dawîn ên serokê Şepêla El-Sadr Muqteda El-Sadir ku her lihevkirinek bi Çarçoveya Koordînekirî re red kir.

Tenê firsendek li pêşiya parlamentoyê maye ku banga lidarxistina civîneke din ji bo hilbijartina serokê welêt bike. Lê çavdêrên rewşa Iraqê diyar kirin ku ev gelek zehmet e. Dibe ku jihevxistina parlamentoyê pêk were û hilbijartinên din li dar bikevin yan jî hikumeta rewşên awarte were ragihandin.”

‘ENCAMÊN ŞÊWIRA LI TUNISÊ: ZÊDETIRÎ JI SEDÎ 86 BI PERGALA SEROKATIYÊ RE NE`

Girêdayî rewşa Tunisê jî rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Ji encamên pêşîn ên şêwira nîştimanî ya elektronîk eşkere bû ku zêdetirî ji sedî 86 bi pergala serokatiyê re ne.

Zêdetirî nîv milyon kes tev li şêwirê bûn ku di navbera Çileya 2022`yan û 20`ê Adarê de li dar ket.

Ev encam dê esas bên girtin beriya ku referandum têkildarî guhertinên siyasî û destûrî di 25`ê Tîrmehê de û hilbijartin di 17`ê Kanûnê de werin lidarxistin.”

(şx)