El-Qeftan: Komîteya destûrî neqanûnî ye û daxwazên gelê Sûriyê pêk nayîne

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qaftan got: ''Komîteya destûrî'' bi şeklê xwe yê niha ne rewa ye ji ber ku daxwazên gelê Sûriyê îfade nake.

El-Qeftan: Komîteya destûrî neqanûnî ye û daxwazên gelê Sûriyê pêk nayîne
1 nîsan, 2022   07:48
REQA- EHMED EL-ELÎ

Xebatên gera heftemîn a ''Komîteya destûrî'' ya ku ji bo nivîsandina destûrekê ji bo Sûriyê li hatibû avakirin, roja Îna borî bê encam bi dawî bûn. Komîte ji 150 endaman pêk tê, ji sê aliyan hatine dabeşkirin, her yek ji wan 50 endam in. Şandeya opozisyonê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker û şandeya din nûnertiya hikumeta Şamê dike û ya sêyemîn jî nûnertiya civaka sivîl dike. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya nûnertiya sêyeka rûbera xaka Sûriyê dike, ji komîteyê hatiye dûrxistin.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku ''Komîteya destûrî'' derveyî biryarên ku ji bo wê hatine dayîn, nîqaşan dike. Di destpêkê de Cinêv, Soçî û Astana di komîteyê de neheqî heye û nûnertiya hemû Sûriyê nake.

Îbrahîm El-Qeftan wiha dom kir: "Komîteya destûrî ji xeleka NY'yê derket û Rûsya di demên dawî de li ser vê yekê kar kir, ku dosyaya Sûriyê ji NY'yê û biryarên Cinêvê vedikişe bo platformên din."

El-Qeftan îşaret bi dernexistina encamnameya gera 7'emîn û got, ev yek têkçûna dan û standinên di navbera şandeyên rejîm û opozîsyonê de nîşan dide û got "Komîte hêviyên gelên Sûriyê bi cih nayîne. Yê ku bixwaze daxwazên gelê Sûriyê bi cih bîne, bila wekî me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixebite ne ku ji aliyê derve ve were birêvebirin."

El-Qeftan bal kişand ser destwerdanên derve di biryarên opozîsyon û hikumeta Şamê de û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk destwerdana biryarên opozîsyonê dike û rejîma Sûriyê bi Rûsya û Îranê re komployan dike, tevî wê yekê jî em li ser pêkanîna biryarên Netewên Yekbûyî yên têkildarî çareseriya siyasî ji krîza Sûriyê re israr dikin."

El-Qeftan anî ziman ku ew bi biryara 2254'an a NY'yê ya avakirina hikumeteke veguhêz ve girêdayî ne û got: "Divê em biryarên Neteweyên Yekbûyî ji rêzê pêk bînin, bêyî avakirina hikumekê û bi hebûna hikumetên kevn ên beriya tevgera şoreşgerî nabe em komîteya destûrî ava bikin."

El-Qaftan wiha lê zêde kir: "Rejîm hîn jî li ser destûra 2012'an israr dike û opozîsyon jî wê yekê qebûl nake. Divê destûreke nû ji bo Sûriyê were avakirin, ev komîte di xebata xwe de tu pêşketin çênekir û hîn jî li ser navan li hev nakin."

'DESTÛREKE MIRÎ YE'

El-Qeftan bal kişand ser nerewabûna vê komîteya destûrî û got: "Ev destûr di bingeh de mirî ye û bi şêweya niha nûnertiya hemû gelê Sûriyê nake û gefa dirêjkirina temanê aloziya Sûriyê dixwe."

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîn El-Qeftan bang li hemû aliyên Sûriyê kir ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê beşdar bikin, hikumeteke demkî ava bikin, piştre jî dest bi mijara komîteya destûrî, hilbijartin û şerê li dijî terorê bikin û wiha bi dawî kir: "Divê hemû gelê Sûriyê bizane ku kêmasî ne di destûrê de ye, lê di şêwayê pêkanîn û birêvebirina wê de ye û hêviya me ew e ku di çarçoveya demokratîk de ne di çarçoveya îstîxbaratê de were birêvebirin."

(dx)

ANHA