Şehîdê Erka Xweparastinê Babilî li Kobanê hate oxirkirin

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Riyad Babilî bi merasîmêk li goristana Şehîd Dicle hate veşartin.

Şehîdê Erka Xweparastinê Babilî li Kobanê hate oxirkirin
Şehîdê Erka Xweparastinê Babilî li Kobanê hate oxirkirin
Şehîdê Erka Xweparastinê Babilî li Kobanê hate oxirkirin
Şehîdê Erka Xweparastinê Babilî li Kobanê hate oxirkirin
Şehîdê Erka Xweparastinê Babilî li Kobanê hate oxirkirin
Şehîdê Erka Xweparastinê Babilî li Kobanê hate oxirkirin
31 adar, 2022   14:04
KOBANÊ

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê ji gundê Mezrê Sofiya yê başûrê Kobanê ye, dema erka xwe bi cih dianî li bajarê Reqayê şehîd bû. Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle spart axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Herêma Firatê Nebo Temo axivî, li ser kesayeta şehîd Riyad ev tişt got: "Şehîd Riyad ji malbateke welatparêz e ku ji destpêka damezirandinê ve Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û ji bo rizgarkirina xaka Kurdistanê ev rê hilbijart."

Temo diyar kir gundê Mezrê Sofiya gelek şehîd dane, ji wan şehîd Ezîz û şehîd Zozan e û wiha domand: "Vê tevgerê rûmet û azadî da gelê Kurd. Divê em ji şerê taybet hişyar bin û xwedî li berxwedana şehêdên Rojava, bi taybet Kobanê derkevin. Van şehîdan xwestin ku em bi azadî û bi rûmet li ser xaka xwe û welatê xwe bijîn. Divê em li derdora Rêveberiya Xweser kom bibin û ku bi saya keda van şehîdan hatiye avakirin."

Fermandarê Tûgeya Kisrat a Hêzên Erka Xweparastinê Eyhem Mistefa sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî jî got: "Zarokên me soz didin şehîdên azadiyê ku wê xeyalên wan ên pêkanîna serkeftinê bi cih bînin û li ser şopa şehîdan dimeşînin û wê bi ser bikevin."

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd bi diruşmeyên "Şehîd Namirin" hate veşartin.

ANHA