Şêniyên Amûdê şehîdên meha Adarê bi bîr anîn

Li navçeya Amûdê 13 şehîdên meha Adarê bi merasîmekê hatin bi bîranîn.

Şêniyên Amûdê şehîdên meha Adarê bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê şehîdên meha Adarê bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê şehîdên meha Adarê bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê şehîdên meha Adarê bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê şehîdên meha Adarê bi bîr anîn
31 adar, 2022   14:11
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê 13 şehîdên meha Adarê bi bîr anîn.

Merasîmê bîranînê li goristana Şehîd Îsamîl a navçeyê hate lidarxistin.

Di merasîmê ku bi dehan kes tev lê bibûn de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Seîd Ferso şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: " Her şehîdekî ku em didin ji bo rizgarkirina xaka Kurdistanê ye."

Ferso banga xurtkirina têkoşînê û dilsoziya bi şehîdan re kir.

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

ANHA