'Rojbûna rêbertî ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn roja vejînê ye'

Însiyatîfa Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyê got, rojbûna rêber Abdullah Ocalan ji bo neteweya Kurd û Rojhilata Navîn a demokratîk roja vejînê yeû ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

'Rojbûna rêbertî ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn roja vejînê ye'
31 adar, 2022   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan ku 4`ê Nîsanê ye Însiyatîfa Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyê daxuyaniyek da û tê de ev roj li gelê Kurdistanê, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pîroz kir û got: "Rojbûna rêber Abdullah Ocalan vejîna neteweya Kurd û Rojhilata Navîn a Demokratîk e."

Însiyatîfê diyar kir ku 4`ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî wateyeke kûr e ji ber wê gelê Kurd û dostên wî ev roj bi kêfxweşiyeke mezin pîroz dike.

Di daxuyaniyê de însiyatîfê wiha got: “Rojbûna rêber Abdullah Ocalan vejîna neteweyî ya gelê Kurd e ku bi tehlûkeyê re rû bi rû mabû. Ji mirovahiyê re, minber e ji ber ku rêber Abdullah Ocalan gelek nêrîn û fikr ji bo çareserkirina dozên mirovahiyê mîna modernîteya demokratîk, azadî, wekhevî û konfedraliya demokratîk pêşkêş kirin.”

Însiyatîfê destnîşan kir ku ruxmî zehmetiyan û hemû cureyên îşkenceyê û tecrîdê lê rêber Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê li ber xwe dide û ji têkoşer û şoreşgeran re bûye pêşeng.

Însiyatîfê bang li gelê Kurd, dostên wî li cîhanê kir ku têkoşînê mezin bikin da ku tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

(şx)

ANHA