Li Çilaxa 23 cangoriyên azadiyê hatin bi bîranîn

Şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê 23 şehîd bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

Li Çilaxa 23 cangoriyên azadiyê hatin bi bîranîn
31 adar, 2022   13:26
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê bi merasîmekê 23 şehîdên mehên Çile, Sibat û Adar bi bîr anîn. Merasîm li hola Navenda Çand û Hunerê ya li navçeyê li dar ket.

/ar/uploads/files/2022/03/31/120430_dsc_0017.webp

Di merasîmê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa Hesen Murad axivî û got: "Bi saya fedakariyên şehîdên ku em îro wan bi bîr tînin û hemû şehîdên azadiyê, em di ewlehiyê de ne."

Murad soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û jiyana birûmet da.

Piştî bidawîbûna axaftinan, sînevizyonek têkildarî şehîdan hat pêşandan. Piştre wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(şx)

ANHA