Zelensky: Moskov amadekariya pêkanîna êrişekê li dijî rojhilatê Ukraynayê dike

Serokê Ukraynayê Zelensy hişyar da ku Rûsya amadekariya pêkanîna êrişeke mezin li rojhilatê Ukraynayê dike.

Zelensky: Moskov amadekariya pêkanîna êrişekê li dijî rojhilatê Ukraynayê dike
31 adar, 2022   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensy îro got hêzên Ukraynayê xwe ji bo êrişên muhtemel ên Rûsyayê amade dike, piştî ku Moskov gelek hêzên xwe belav kirin.

Zelensky wiha domand: “Rûsya amadekariyan dike da ku derbeyên din li Donbassê bixe lê em ji vê yekê re amade ne.”

Rûsyayê jî got ew ji nû ve hêzên xwe bi cih dike û armanc dike Donbass rizgar bike.

Şêwirmendê Zelensky çarşemê got, hêzên Rûsyayê nîvê bajarê beravî yê stratejîk kontrol kiriye. Li aliyekî din ajansên nûçeyan ên Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêrin Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ku ew ji ragihandina agirbestê li Mariupolê re amade ye.

`DANÛSTANDINÊN AŞTIYÊ Û NIRXÊN GAZÊ`

Dan û standinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de, dê sibe online berdewam bike, lê her du alî bêhêvî ne ku çareseriyeke bilez pêk were.

Ruxmî cezayên ewropî, lê Moskov hîna mezintirîn hinarteya gazê ye ku dide Ewropayê. Di encama şer de petrol li ser asta cîhanê biha bû.

DYA ji bo rewşê kontrol bike, dê miqdarên mezin ê depoya stratejîk a petrolê daxe sûkan. Her wiha Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî dê sibe civîneke awarte li dar bixe.

Çavkaniyên amerîkî diyar kirin ku DYA ji mezintirîn hilberînerê xam li cîhanê ye, plan dike ku derdora 180 bermîl petrol di çend mehên bê de daxe sûkan da ku zexta li ser buhayan kontrol bike.

Piştî van nûçeyan, buhaya petrolê bi zêdetirî 5 dolaran erzan bû.

Rûsya daxwaz kir ku pereyên petrol û gazê bi robelê werin dayîn. Ev yek gelek metirsî çêkirin ku enerjî kêm bibe û kesad li Ewropayê pêk were. Almanya hişyarî da ku rewşên awarte yên muhtemel pêk werin heke Rûsya gaz û petrol qut bike.

Li aliyekî din Swêd ku heta îro qebûl nedikir tev li tu hevalbendiyên leşkerî bibe, çarşemê serokwezîrên wê Magdalena Andersson ragihand ku “ne dûr e” Swêd daxwaznameya tevlêbûnê ji NATO`yê re pêşkêş bike.

(şx)