‛Pêwîstiya derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê bi têkoşîneke topyekûn heye’

Nivîskarê Kurd Beşîr Mele Newaf diyar kir ku dewleta Tirk bihaneya xistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" re bi kar tîne da ku wê dûrî qada diplomatîk û siyasî bixe û îşaret bi girîngiya xebatên di hemû aliyan de kir da ku van hewldanan têk bibin.

‛Pêwîstiya derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê bi têkoşîneke topyekûn heye’
31 adar, 2022   01:56
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Însiyatîfa Edaleta Navneteweyî ya ji bo Kurdan di 13`yê Kanûna 2021`an de dest bi hemleya derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" kir. Zêdetirî hezar kesayetên payebilind ji 30 dewletan, hejmareke mezin ji parlementer, akademisyen, hunermend, siyasetmedar, nivîskar û çalakvan tev li hemleyê bûn.

Her wiha Însiyatîfa gelêrî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ji însiyatîfa navneteweyî re di 12`yê Çileya 2022`an de ragihand. Ew ji bi rêya berdewamkirina î çalakiyên di hemû sazî, rêxistin, gund, bajar û komkirina îmzeyan ji bo derxistina navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" de pêk tê.

HEWLDANÊN DERXISTINA ASTENGIYAN LI PÊŞIYA TÊKOŞÎNA TEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ

Di vê çarçoveyê de nivîskar û rewşenbîrê Kurd Beşîr Mele Newaf îşaret bi siyasetên hêzên desthilatdar kir ku dixwazin parastina berjewendiyên xwe di serdestiyê de bikin û wiha axivî: "Gelek dewletên dagirker mîna dewleta Tirk, hê jî rêbazeke klasîk di siyaseta xwe de bi kar tîne û ew jî bi hinceta terorê ye. Lê di rastiyê de tu lihevkirin di navbera wan dewletan de derbarê pênasekirina rast ji terorê re heta niha tune ye."

Mele Newaf diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêkê sedsala 20`an ve bi hemû rêbazan hewl dide ku astengiyan li pêşiya Tevgera Azadiya Kurdistanê di şexsê PKK`ê de derxe, lê heta niha tu armancên xwe di tunekirina tevgerê de pêk neaniye û wiha domand: "Dewleta Tirk hinceta xistina navê Tevgera Azadiya Kurdistanê ji lîsteya terorê re bi kar anî da ku wê dûrî qada diplomatîk û siyasî bixe."

Mele Newaf di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "PKK`ê li ser stratejiyekê hate damezirandin. Dewleta Tirk baş dizane ku pêşketina xebat û têkoşîna partiyê di qada diplomatîk de dê siyasetên wê yên cîhanî û navneteweyî eşkere bike. Ji destpêka ku PKK`ê hatiye damezirandin tu xebatên terorîst ne kirine lê berovajî vê yekê bi milyonan mirov destekê didin wê. Ev yek di pîrozbahiyên Newroza 2022`yan de ku li tevahî Kurdistanê hatin lidarxistin, hate îsbatkirin."

Der barê tişta ku ji gelên Kurdistanê tê xwestin ku navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" bê derxistin de Mele Newaf ev tişt got: "Hemleya komkirina îmzeyan têrê nake ku navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" bê derxistin. Divê asta xebata diplomatîk were bilindkirin û çalakiyên civakî werin lidarxistin. Dewleta Tirk hemû eniyan bi kar tîne da ku navê PKK`ê di nava "lîsteya terorê" de bihêle. Ji bo Kurd li hember van siyasetan bisekinin, divê bi awayekî xurttir di hemû aliyên siyasî, civakî û çapemenî de xebat were kirin."

Mele Newaf diyar kir ku têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemû parçeyên Kurdistanê bi taybet destekdayîna ji Şoreşa Rojava re cewhera wê ya rast ji fikre û felsefeya wê di nava hemû gelan de, îsbat kir. Gelên Rojava bi saya fikrên rêber Abdullah Ocalan gelek destkeftî bidest xistin.

Mele Newaf wiha pê de çû: "Tecrûbeya Rêveberiya Xweser ku ji aliyê rêber Ocalan ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêşkêşkirin, fikrên Tevgera Azadiya Kurdistanê û rêber Ocalan ji gelan re bi cewhera wê ya rast, eşkere kir. Li ser vê esasê hemû pêkhateyên herêmê tev li hemleya komkirina îmzeyan bûn."

GELEK DESTKEFTÎ LI KURDISTANÊ HATIN BIDESTXISTIN

Beşîr Mele Newaf di axaftina xwe de behsa berxwedana Heftiya Lehengiyê ya PKK`ê kir û ev tişt anî ziman: "Berxwedana şehîd Egîd berdewama berxwedana Kawayê Hesinkar û şehîd Mezlûm Dogan e. Tevgera Azadiya Kurdistanê ji hemû gelan re îsbat kir ku berxwedan rêbaza yekane ji bo bidawîkirina siyasetên binpêkirin û qirkirina komî ye."

Beşîr Mele Newaf got, Tevgera Azadiya Kurdistanê xwe dispêre têkoşîna xwe di hemû aliyên civakî de bêyî ku cûdahiyê bixe navbera gel û pêkhateyan, ji ber wê jî dewleta Tirk bê navber dixwaze vê tevgerê tune bike û wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk rêber Ocalan hedef girt û armanca wê ku tevgerê tune bike. Lê PKK`ê têkoşîna xwe dewam kir û xwe gihand hemû Kurdan."

Nivîskar û rewşenbîr Beşîr Mele Newaf bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Kokên Tevgera Azadiya Kurdistanê di nava hemû Kurdên li Kurdistanê de belav bûye. Bi saya têkoşîna vê tevgerê gelek destkeftî li Başûr, Rojava hatin bidestxistin û Kurdên li Bakurê Kurdistanê jî berxwedana xwe li hember siyasetên dewleta Tirk didomîne."

(bx)

ANHA