​​​​​​​4'ê Nîsanê ji bo jinên têkoşer tê çi wateyê ?

Rêber Abdullah Ocalan ji bo jin û gelên bindest rê li ber jiyana azad vekir da ku li heqîqet û azadiya xwe bigerin û şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi azadî û demokrasiyê ve bi rê ve bir.

​​​​​​​4'ê Nîsanê ji bo jinên têkoşer tê çi wateyê ?
30 adar, 2022   23:40
QAMIŞLO- SILAVA EBDUREHMAN

Rêber Ocalan şert û mercên berxwedanê yên jinan afirand û ji bo guhertina pêvajoya dîrokê gelek hewldan kirin û hemû maskeyên rejîma baviksalarî ya mêtînger a ku ji zêdetirî 5 hezar salan ve derbas bûye eşkere kir, ku ev hewldan di têkoşîna bilind de nîvê serketinê bi xwe re anî û di heman demê de rastiyên veşartî eşkere kir.

Rêber Ocalan bi rêya parêznameyên xwe yên binirx civak û ferdên wê zana kir, rêya têkoşînê ya avakirina şaristaniya demokratîk ronî kir. Lê ev yek li kêrî rejîmên destpot nehat. Êdî fikir û felsefeya rêber Ocalan ji bo jinan  bû rêya xelasiyê.

Rêber Ocalan bi doza jinê, azadiya wê û bidestxistina mafên wê mijûl bû û ji bo rûbirûbûna neheqiya ku li ser jinan tê kirin gelek pirtûk wekî felsefeya civakî nivîsandine ku li hember zulma li dijî jinan were sekinandin.                 

Rêber Abdullah Ocalan azadiya jinê wekî ji azadiya welat girîngtir e nirxand û di parêznameyeke xwe de wiha dibêje: "Min ew qas nefret li bûyerekê hîs nekir, ew qas jî li hember mêr, malbat, hiyerarşî û dewleta ku xwe xwedî û xwediyê jinê ye nîşan dide. Çi çêbû ku heta ji xwedawendên jinê tenê ev şêweya hovane ma? Can û mejiyê min tu carî ewqasî daneketibû ku mejiyê min jê hez nedikir. Ji bo min jin an di nav pîroziya xwedawendan de be yan jî qet nebe. Çer ku bi duristbûna gotina, asta jiyana jinan di civakê de ji pîvana wê ya bingehîn e."

Rêber Ocalan ji vî alî ve rê û rêbazên jiyana azad ji bo jinê û gelên bindest vekir, fikir û felsefeya rêber Oalan ji bo gelên Rojhilata Navîn bû ronahiyek û ji bo lêgerîna rastiya jinê û azadiya wê derfet ji wan re vekir, her wiha şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikir û felsefeya xwe ber bi azadî û demokrasiyê ve bi rê ve bir.

' RÊBERTÎ JIN JI NÛ VE ZINDÎ KIR '

Jinan pitrast kir ku 4'ê Nîsanê roja rojbûna rêber Ocalan ji bo wan wekî roja nûbûn û rizgariya ji koletiyê ye, piştî ku ew hatibûn jibîrkirin û biçûkxistin.

Rebîa Zilfo ji gundê Sanceq Sedûn ê navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê ye, di sala 1989'an de dest bi xebatên cebhewî kir û di demeke kurt de li gel belavkirina belavokan civîn û semîner ji gel re li dar dixistin. Di sala 1988'an de li Lubnanê li Akademiya şehîd Mahsûm Korkmaz bi rêber Ocalan re hevdîtin pêk anî û tevlî yekemîn civîna ku ji endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê re hatibû lidarxistin, bû.      

Rebîa Zilfo tevî hejmarek kesên din di 14'ê Sibatê sala 1992'an de çû bajarê Helebê û wiha got: "Em komek ciwan bûn, me berê xwe da Helebê û li wir, em bi rêber Ocalan re civiyan."

‛PERWERDEYA RAST RÊYA JİNÊ YA Lİ HEMBERÎ ŞERÊ TAYBET E’

Rebîa Zilfo diyar kir ku rêber Ocalan bang li jinan dike ku li dijî zîhniyeta baviksalarî û civaka ku li ser wan adet û kevneşopiyên kevnar ferz dike tê bikoşin û wiha got: “Rêbertî bi axaftina azadiya jinê dest bi her civînê dikir, ruhê jinan bilind dikir û ew ji bo şikandina hemû astengiyên ku ji aliyê zîhniyeta zilam ve hatiye avakirin, teşwîq dikir." Her wiha Rebîa Zilfo teqez kir ku perwerdeya rast rêya jinê li hember şerê taybet e.

Rebîa Zilfo anî ziman ku rêber Ocalan behsa siyaseta ku dijmin pêk tîne, şerê pêş, çawaniya berfirehkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, çawa tevgerê bi ciwantî dest pê kir, kir

Her wiha diyar kir ku rêber Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên bindest ên li Rojhilata Navîn têkoşiya. Rebîa Zilfo li ser vê yekê wiha got: "Di rêya wî de em dimeşin, ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em ê kêliyek jî dudilî nebin. "

Têkildarî gotinên ku rêber Ocalan di dema girtinê de kirin ku projeya rizgarkirina jinan temam nebûye, Rebîa Zilfo ev tişt got: "Ev rojekê jî ji hişê min neçûye, tevî ku di girtîgehê de ye, lê hîna jî bi rizgarkirina jinan difikire. Ez bi wê yekê gelekî bandor bûm. Ez ê di têkoşînê de heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û rizgarkirina jinan ji zîhniyeta baviksalariyê berdewam bikim."

‛GER REJÎMA FAŞÎST A TİRK Bİ DAWÎ NEBE, GELÊ KURD WÊ HER TİM RÛBİRÛYÎ GEFAN BE’

Welatiya bi navê Hilwe Silêman jî di salên 1980’î de bi rêya xwişka şehîd Silêman Amed ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir.

Hilwe Silêman (60) a ji bajarê Qamişlo tevî bi sedan malbatên welatparêz di 15'ê Tîrmeha 1992'yan de li Akademiya şehîd Mahsûm Korkmaz a li Sehil Bîqa ya Lubnanê bi rêber Abdullah Ocalan re civiyan.

Hilwe Silêman wiha dom kir: "Em li qada kampê civiyan û li benda rêbertî bûn, ji nişka ve ew li pêşiya me sekinî, em bi dîtina rêberetî pir kêfxweş bûn. Rêbertî xwedî heybet û kesayeta bihêz a balkêş bû. "      

Hilwe Silêman her wiha destnîşan kir ku di hevdîtinê de rêber Ocalan bal kişand ser rastiya ku Kurdistan bindest e û girîngiya şoreşê ji bo rizgarkirina wê û gotinên rêber Ocalan wiha vegot: "Eger sîstema dewleta Tirk a faşîst bi dawî nebe, gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê wê di bin metirsiyê de bimîne û Kurdistan jî weke bindest bimîne."

Hilwe Silêman piştrast kir ku gelên ku di bin zilm, înkar û tunekirinê de bûn, wekî gelên Ermen, Suryan û Aşûr. Jiyana rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gelê Kurd bû yek bû.

Hilwe Silêman 4'ê Nîsanê li hemû gelan di serî de li jinan pîroz kir.

(dx)

ANHA