Dr. Berwarî: Planên dewleta Tirk dê wekî her carê bi ser nekevin

Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ser planên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê û got “Hewl didin zêdetir dagir bikin lê ev ne çareserî ye. Çareserî li Îmraliyê ye.”

Dr. Berwarî: Planên dewleta Tirk dê wekî her carê bi ser nekevin
31 adar, 2022   05:31
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Hewldanên dewleta Tirk ên sûdwergirtina ji şerê li Ukraynayê berdewam dikin. Ew hewldan jî li ser têkbirina destkeftiyên Kurdistanê ne. Gelek hevdîtin di navbera PDK û dewleta Tirk de çêbûn. Siyasetmederên ji Başûrê Kurdistanê van hevdîtinan wek amadekirina `operasyona leşkerî` û derxistina gazê ji herêmê, dinirxînin. KCK`ê jî daxuyaniyek der barê planên PDK`ê û dewleta Tirk de da û hişyarî da.

Dr. Kamûran Berwarî têkildarî hişyariya KCK`ê ya li ser plana êrişên dagirkeriyê bi hevkariya PDK`ê re, diyar kir ku destê gelek dewletan di nava vê planê de heye. Berwarî destnîşan kir ku ger êrişeke dagirkeriyê bidin destpêkirin jî dê wekî her carê bê encam be.

Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî daxuyaniya KCK`ê ya der barê plana dewleta Tirk û PDK`ê de ji ANHA’yê re axivî.

‘ÊRIŞÊN NÛ JÎ DÊ DÎSA BÊ ENCAM BIN’

Berwarî têkildarî êrişa li ser Ukraynayê diyar kir ku dive Kurd bi tu awayekî nekevin nava şer û got: “Şerê Ukraynayê şerêkî demdirêj e ku dê li Rojhilata Navîn û Ewropayê jî belav bibe. Ji bo vî şerî amadekariyên mezin hatine kirin ku hêzên kapîtalîst pê plana serweriya cîhanê dikin. Her wiha bi pêşketina Rûsya, Çîn, Kore, Hindistan, Pakistan û dewletên Ereban re nahêlin cîhan yekserî be.”

Berwarî got dijminahiyên di navbera hêzên Kurdan de zirarê didin gelê Kurd û bal kişand ser daxuyaniya KCK`ê û wiha dewam kir: “Li gorî daxuyaniya KCK’ê ger planeke PDK û dewleta Tirk ji bo êrişkirina li ser Başûrê Kurdistanê hebe, ev cihê metirsiyê ye. Bi dehan caran dewleta Tirk operasyonên mezin li dijî Başûr pêk anîn. Ev operasyon bi hevgirtina hêzên Başûr re pêk hatin lê tu encam negirtin. Vê carê jî bi sedan operasyonan bikin jî encam jê dernakeve. Gelê Başûr jî li dijî van operasyonan dê helwestên tund nîşan bide.”

‘NIKARIN BI SERÊ XWE BIRYARÊ BIDIN’

Têkildarî sekna partiyên siyasî yên li Başûr, Berwarî da zanîn ku divê berjewendiyên Kurdistanê esas bin û wiha pê de çû: “Başûr niha di nava metirsiyeke mezin de ye. Hikumeta Başûr nikare daxwazên gel pêk bîne. Heya niha her tiştê ku hatiye kirin li dijî berjewendiyên welat bûye. Gel êdî bêzar bûye. Divê helwestên partiyên siyasî yên li Başûr diyar bin. Divê her kes eşkere bibêje ez ne li gel dijminên Kurdistanê me. Ger helwestên gel, partiyên siyasî, parlamentoyê diyar bin, wê demê tu partiyên siyasî li Başûr nikarin biryareke siyasî bidin.”

Kamûran Berwarî destnîşan kir ku destê gelek dewletan di nava vê plana nû de heye û got: “Şerê ku li dijî Başûr tê meşandin, her dem destê hêzên herêmî û derve tê de heye. Divê PDK dergehê dan û standinê veke. Divê hin kanalên vekirî di navbera PDK, KCK, PKK, hikumeta Başûr de vekirî hebin ku bi rêya kesên dilsoz em bikarin bigihêjin çareseriyê. Aliyê KCK û PKK’ê bi peymanê neteweyî, nîştimanî ve girêdayî ye û di eniya nîştimanî de kar dikin. Heman tişt ji hêzên din jî tê xwestin ku nekevin eniya dagirkeran.” 

`AVAKIRINA HIKUMETÊ DÊ TIŞTEKÎ NEGUHERÎNE`

Krîza avakirina hikumetê li Iraqê didome. Siyasetmederên li herêmê destnîşan dikin ku dewleta Tirk dixwaze ji vê aloziyê sûde wergire. Berwarî jî dibejê ku avakirina hikumeta Iraqê karekî gelekî zehmet e û sedema wê jî wiha rave dike: “Ji sala 2003 heya niha vîna gelê Iraqê li ber çavan nehatiye girtin. Berjewendiyên hêzên herêmî, cîhanî, partiyên siyasî, malbatan li ber çavan hatine girtin. Avakirina hikumetê û neavakirin tiştekî dê neguherîne.

Ji ber ev hikumeta Iraqê bi tu rengî nûnertiya gelê Iraqê nake. Ew ê ku berpirsyariyê werdigirin girêdayî dewletên herêmî û dewletên cîhanê ne. Çarenûsa Kurdan jî di vê de ne baş e. Divê Kurd xwe amade bikin ku hewldan hene zêdetir Kurdistanê dabeş bikin. Hêzên herêmî li ser Kurdistanê hevpeymanan çêdikin. Ji ber wê lihevhatina hêzên Kurdistanê divê bê kirin ku careje din Kurdistan neyê dagirkirin û destkeftiyên Kurdan neyên hilweşandin.”

‘RÊYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALI YE’

Têkildarî plana dewleta Tirk û hêzên dagirker ên Kurdistanê Berwarî diyar kir ku di navbera wan hêzan de lihevhatineke stratejîk heye û bal kişand ser hevdîtina dewleta Tirk û PDK`ê: “Ev dewlet dema dicivin bê guman belasebeb nacivin. Planeke wan a leşkerî, ewlekarî, siyasî, aborî heye. Hêvîdar im ev civînên di navbera PDK û dewleta Tirk de nebin amûrê derbeyên giran ku li Kurdistanê bixin. Ev şerê ku tê kirin ne berjewendiyên dewleta Tirk û Kurdan de ye. Rewşa dewleta Tirk berbi xirabtirîn diçe. Tu deskeftî ji dewleta Tirk re nayîne. Başbûna dewleta Tirk li Îmrali ye û destpêkirina diyalogan aşitiyê ye. Ev çareseriya yekem ji Rojhilata Navîn û Tirkiyê re ye. Pirsgirêka Tirkiyê hişmendiye û tenê bi sîstema Konfederalîzma demokratîk dikare bê çareser kirin.”

Berwarî diyar kir ku lihevhatinek di navbera hêzên herêmî de heye ku lêdana Şengalê bi plan berdewam dikin û got: “Ne tenê Şengal, her wiha têkbirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û êrişbirina ser planek stratejî û hevgirtî heye. Heman demê de dive em bizanibin ku ev planên li ser Kurdistanê bi ser nakeve. Armanca wan ew ê ku Rojava, Başûr, Bakurê Kurdistanê ji hev qut bikin. Her dema pêngavek xelet derbarê Şengal ango Rojava tê avetin begûman helwestên Kurdan jî gelek xurt derdikeve.”

`MAFÊ TU KESÎ NÎN E LI SER DEWLEMENDIYÊN BAŞÛR BAZIRGANIYÊ BIKE`

Peymanên PDK`ê bi dewletan re li ser dewlemendiya sererd û binerd yên Başûr berdewam dikin. Herî dawî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got di demên pêş de dê gaza Başûr îxracî dewleta Tirk û Ewropayê bikin.

Berwarî, li dijî vê daxuyaniya Barzanî helwest nîşan da û got: “Hemû dewlemendiyên Kurdistanê yên binerd û sererd milkên gelê Kurdistanê ye. Mafê tu kesî nîn e ku bazirganiyê li ser neft, gaz û dewlemendiyên Kurdistanê bike. Ev serweta nifşên li dû me ye. Nabe ku jib o berjewendiyên xwe yên şexsî ango partî bikarbînin. Parastina dewlemendî û deskeftiyên Kurdistanê erkên gelê Kurd bi gişti ye. Ev dewlemendiyên li Başûr milkê Kurdistanê bi giştî ye. Ji ber Kurdistan yek e û çarenûsa Kurdistanê jî yek e. Her çiqas peyman bê çê kirin jî ji aliyê gelê Kurd ve nayên qebûl kirin. Her wiha ev peymanên li ser dewlemendiya sererd û binerdê Kurdistanê tê meşandin wê neyên bikaranîn, bên hilweşandin.”