Tevgera Civaka Demokratîk li Hesekê dest bi hemleya paqijiyê kir

Tevgera Civaka Demokratîk, bi armanca xurtkirina çanda paqijkirinê di civakê de hemleya paqijiyê li kantona Hesekê dest pê kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk li Hesekê dest bi hemleya paqijiyê kir
30 adar, 2022   13:34
HESEKÊ

Bi dirûşma "Paqijî exlaq û çanda civakê ye, em ê hemû li paqijiya bajarên xwe xwedî derkevin", Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Hesekê dest bi hemleyeke paqijiyê kir. Tê payîn ku hemle li tevahî bajar û navçeyên wê, ji bazarên El-Hal û erebeyan ên taxa Xeşman a bakurê bajêr, heta mehekê bidome.

/ar/uploads/files/2022/03/30/113325_dsc06972-28small29-28small29.webp

Hemle ji nuqteyên navborî bi tevlêbûna bi dehan endamên TEV-DEM`ê û endamên yekitiyên wê di sêrî de Yekitiya Bazirganan a Hesekê dest pê kir.

Beşdarên hemleyê toz û bermahiyên sebzeyên ku li derdora sûka El-Hal kom bûne, bi rêya alavên şaredariyê paqij kirin. Kolan bi rêya wesayîtên foca agirvemirandinê şûştin û dikandar agahdar kirin ku paqjiya derdora xwe biparêzin û di wexta wê ya diyar de çopê çekin.

/ar/uploads/files/2022/03/30/113311_kamyran-drwysh-28small29.webp

Endamê Koordînasyona Dikanan a TEV-DEM`ê ya Hesekê, Kemîran Derwîş da zanîn ku armanca hemleyê xurtkirina çanda paqijiyê li herêmê û parastina wê di civakê de ye. Her wiha diyar kir ku hemle bi koordîneya Şaredariyên Gel û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hatiye birêxistinkirin.

TEV-DEM`ê 2 roj berê li kantona Qamişloyê hemleyek bi heman rengî li dar xistibû.

 (dx)

ANHA