Li Kobanê xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re hat şermezarkirin

Şêniyên Kobanê bi meşekê xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re, şermezar kir.

Li Kobanê xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re hat şermezarkirin
30 adar, 2022   13:49
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker xwe ji êrişên nû yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê re amade dike, li ser vê yekê gelê Kobanê meşek li dar xist û tê de xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re, şermezar kir.

Kongra Star li navçeya Qenayê meş orgenîze kir. Şênî ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeyê heta stasyona Elî Salih a sotemeniyê meşiyan. Beşdaran sloganên "Na ji xiyaneta PDK`ê" re berz kirin.

Li wir meş veguherî mîtîngê û endama rêveber a Kongra Star a navçeyê Sûad Alemdar axivî û got: "Ev şoreş ji beriya çend salan ve bi destê gerîlayan dest pê kir, lê mala Barzanî her tim hewl dide vê şoreşê bi fermana dewleta Tirk a dagirker tune bike. Gerîla dê rê nede wan û berdêl çi be jî ew ê planên wan têk bibin."

Sûad Alemdar ev li axaftina xwe zêde kir: "Careke din mala Barzanî destekê didin dewleta Tirk a dagirker, Rûsya û Amerîka, da ku dîwar di navbera bajarên Kurdistanê de lê bikin. Ev jî gotina rêber Abdullah Ocalan piştrast dike ku, dê rojek were ew ê hikumeta Başûrê Kurdistanê di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û NATO`yê de be."

Sûad Alamdar diyar kir ku ew ê li dijî xiyaneta PDK`ê û çeteyên wê li kêleka gerîla tê bikoşin, her wiha ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan şopdarên fikr û felsefeya wî bin.

 (eh)