Şêx Silêman: Tirkiyê plana lêkirina dîwar çêkiriye PDK û hikumeta Iraqê pêk tînin

Cubeyar Şêx Silêman diyar kir ku lêkirina dîwar di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bendeke veşartî ya peymana 9'ê Cotmeha 2019'an e û got, ev plan a Tirkiyê ye û hikumeta Iraqê û PDK'ê pêk tînin.

Şêx Silêman: Tirkiyê plana lêkirina dîwar çêkiriye PDK û hikumeta Iraqê pêk tînin
30 adar, 2022   05:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji nîvê meha Adarê ve artêşa Iraqê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dirêjahiya 250 km dîwarekî lê dike.

Derbarê mijarê de girînendeyê Karûbarên Êzidiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cubeyr  Şêx Silêman ji ANHA`yê re axivî.

Cubeyr Silêman diyar  kir ku komployên li dijî Êzidiyan nehatine rawestandin û got: "Di sala 2014'an de rê ji çeteyên DAIŞ'ê re vekirin ku êrişî Şengalê bikin û piştre gelek komployên din hebûn. Armanc ji van komployan qirkirina civaka Êzidî ye."

Şêx Silêman anî ziman ku êrişkar û komploger Şengaleke bêyî Êzidî dixwazin û wiha domand: "Naxwazin ku Êzidiyên koçber vegerin Şengalê, berovajî vê yekê dixwazin Şegalê bêyî Êzidî ji xwe re bihêlin da ku plana xwe yên dorpêçkirina Rojava ji aliyê Şengalê ve dewam bikin û Şengal û çiyayên wê yên stratejîk, erdîngarî û dîrokî ji bo xizmeta ajnîdeyên xwe bi kar bînin."

 ‘NAXWAZIN FIKRÊ RÊVEBERIYA XWESER XURT BIBE‘

Cubeyr Şêx Silêman destnîşan kir ku dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Şengal û şêniyên wê re sekinî, koçberên Şengalê pêşwazî kir, alîkarî ji wan re peyda kir heta ku vegeriyan Şengalê, her wiha destek da damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîka Şengalê.  Şêx Silêman bi domdarî got: "Dixwazin her du herêman ji hev qut bikin da ku fikrê Rêveberiya Xweser bi awayekî zêdetir li herêmê xurt nebe û bibe tecrubeyek ku gel û civakên din jî bixwazin wê pêk bînin."

'PLAN A TIRKÎ YE'

Girînendeyê Karûbarên Êzidiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cubeyr Şêx Silêman da zanîn ku lêkirina dîwar beşek ji peymana 9`ê Cotmeha 2020`an a derbarê Şengalê de ye ku hikumeta Kazimî û PDK`ê bi wesiyeta Tirkiyê îmze kir û got: "Diyar e ku lêkirina dîwar jî bendeke veşartî ye ku nehatiye ragihandin. Dewleta Tirk ji vê planê ne dûr e, lê plan dike û hikumeta Iraqê û PDK`ê pêk tînin."

(bx)

ANHA