​​​​​​​Luqman Ehmê: Em ji diyalogê re amade ne

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku rêveberî amade ye diyalogê bi hikumeta Şamê re bike. Her wiha hikumeta Şamê rexne kir ku xwe ji diyalogê dide alî û got: ''Pergaleke pirrengî ya nenavendî, çareseriya herî guncew ji aloziya Sûriyê re ye.''

​​​​​​​Luqman Ehmê: Em ji diyalogê re amade ne
30 adar, 2022   01:36
REQA-EHMED EL-ESAF

Hîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bang li hikumeta Şamê dikin ku dest bi diyalogê bike da ku aloziya li welêt bi dawî bibe. Lê serhişkiya hikumeta Şamê ku diyalogan red dike rê li pêşiya dîtina çareseriyên cidî ji aloziyê re digire.

Têkildarî mijarê berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê destnîşan kir ku ji roja damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û vir ve, rêveberî banga çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêbazên aştiyane û demokratîk dike û got, çareserî bi diyaloga sûrî-sûrî pêkan e.

Ehmê wiha domand: ''Mixabin, aliyên din ên Sûriyê ji diyalogê re ne vekirî ne. Hin hevdîtin pêk hatin lê negihaşt asta pêkanîna diyalogê. "

Ehmê diyar kir ku aloziyek li Sûriyê heye û gelek mijarên din hene ku divê werin çareserkirin û ev li gotina xwe zêde kir: “Ji bo çareserkirina vê aloziyê divê ev dosya werin çareserkirin, di nav de dosyayên girêdayî kêmneteweyên olî, neteweyî û bawerî. Divê pergala Sûriyê ya bê were diyarkirin. Bi nêrîna me, divê diyalog li ser van esasan bê kirin. Ji ber ku dê di dawiyê de aloziya li welêt bi awayekî aştiyane û demokratîk çareser bibe.”

Luqman Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweser dixwaze pergaleke demokratîk ya pirrengî ku aliyê din qebûl dike pêk were û got: " Divê pergala nenavendî û demokratîk li Sûriyê bi giştî pêk were. Modela rêveberiyên sivîl û demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bingeha vê pergalê ye. Bêyî wê, gelê Sûriyê dê koçber û parçe bimîne û bikeve bin bandora berjewendiyên dewletên herêmî.”

Ehmê diyar kir ku mijara diyalogan bi aliyên din ên siyasî re bi MSD`ê ve girêdayî ye ku nûnertiya sûriyan bike, ew her tim hewl didin xwe bigihîne aliyên din û tevgerên demokratîk ên li Sûriyê lê heta niha tu alî di vî warî de ne cidî ye.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê di dawiyê de got: “MSD`ê niha hewl dide kongreyekê ji hêz, kesayeta û tevgerên demokratîk ên li Sûriyê re li dar bixe da ku bigihên hev û eniyekê ava bikin, fişarê li opozîsyonê û hikumeta Şamê bikin ji bo ku neçar bibin û tev li diyaloga cidî bibin û di dawiyê de bi hev re bi rêbazeke aştiyane û demokratîk aloziya xwe çareser bikin.”

(şx)

ANHA