Parêzer Xalid Omer: Rêber Apo şensek e ku bi sedan salan di dîroka gelan de dubare nabe

Endamê Desteya Parastina Rêber Ocalan parêzer Xalid Omer diyar kir ku astengkirina hevdîtinên bi rêber Abdullah Ocalan re, binpêkirina zagonên têkildarî mafên girtiyan e û CPT jî têkildarî mijarê bi erka xwe ranabe û got di Newroza îsal de gelan dilsoziya xwe ya bi rêber Ocalan re nîşan da.

Parêzer Xalid Omer: Rêber Apo şensek e ku bi sedan salan di dîroka gelan de dubare nabe
29 adar, 2022   23:41
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Ji sala 1999`an ve rêber Abdullah Ocalan di pergala tecrîdê ya Îmralî de girtî ye. Ji Cotmeha 2014`an ve jî hevdîtinên wî bi malbat û parêzeran re tên astengkirin. Beriya salekê peywendiyeke telefonê bi çend deqeyan bi rêber re Ocalan pêk hat, lê ew jî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hat qutkirin û ji wê demê ve agahiyên têkildarî rewşa wî nayên wergirtin.

Endamê Desteya Parastina Rêber Ocalan parêzer Xalid Omer diyar kir ku astengkirina dayîna agahiyên têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve, binpêkirin e û got: “Tecrîda ku niha li dijî rêber Apo tê meşandin, ji hemû yasayên heyî yên mafê girtiyan dûr e. Girtina rêber Apo ne rewa ye, tu bingeheke yasayî jê re tune ye.”

Xalid Omer da xuyakirin ku sedema destpêkirina komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan, astengkirina çareseriya pirsgirêka Kurd e û got: “CPT’yê di rapora xwe ya herî dawî de diyar kir ku li Îmraliyê îşkence tê kirin. Lê tu hewldan ji bo bidawîkirina îşkenceyê çênebûn û binpêkirinên li Îmraliyê neşopandin. Tecrîd bi xwe îşkence ye.”

‘GEL AZADIYA XWE DI AZADIYA RÊBER APO RE DIBÎNIN’

Xalid Omer di axaftina xwe de bal kişand ser Newroza 2022`yan jî û got: “Di Newroza 2022`yan de gel daketin qadan û banga azadiya ji bo rêber Apo kir. Ji ber ku ew gel êdî azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya rêber Apo re dibînin.”

Endamê Desteya Parastina Rêber Ocalan, parêzer Xalid Omer wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Derketina rêberekî mîna rêber Apo, şensek e ku dibe ku bi sedan salan dubare nebe. Dîrok her roj kesayeteke mîna rêber Abdullah Ocalan nade gelan.”

ANHA