Rûken Ehmed: Divê gelên me xwe bispêrin hêza xwe

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed bal kişand ser girîngiya birêxistinkirina hêza gel û destnîşan kir ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de xwe bi rêxistin bikin û hêza xwe biafirînin û çavê tevahiya cîhanê vegerînin ser şoreşa xwe.

Rûken Ehmed: Divê gelên me xwe bispêrin hêza xwe
30 adar, 2022   01:36
NAVENDA NÛÇEYAN – HEVAL TAYLAN

Dewleta Tirk a dagirker, di demekê de ku çavê cîhanê li şerê Rûsya û Ukraynayê ye, hewl dide êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bike.

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed xuya kir ku dewleta Tirk ji dema Împaratoriya Osmanî ve, êrişî tevahiya gelên herêmê û bi taybetî gelê Kurd kir.

Rûken Ehmed destnîşan kir ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk xwe bi rêxistin bikin.

‘DEWLETA TIRK PIŞTGIRÎ DA DAIŞ’Ê DA KU ALOZIYA SÛRIYÊ ÇARESER NEBE’

Rûken Ehmed bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a piştî sala 2011'an ji bo ku aloziya Sûriyê çareser nebe û got: “Dewleta Tirk piştî sala 2011’an de ‘Artêşa Azad’ û komên mîna wê ava kirin da ku nehêle aloziya Sûriyê çareser bibe, lê bi ser neket. Ji ber ku niyeta van koma tune bû ku gelan ji sîstema serdest rizgar bikin. Lê belê wê çete hînî alîkariya madî kiribûn. Ew komên çete tene li pey pereyan bûn û xwedî niyetekê nebûn ku gelan ji pergala serdest rizgar bikin, lewma bi lez û bez ji hev ketin û têk çûn.

Piştî vê yekê, ewilî El Nusra çêkir û dema encama tê xwestin ji El Nusrayê negirt, vê carê veguherand DAIŞ'ê. Yekser kete nava pêvajoya ku piştî Kobanê ji bo DAIŞ'ê dest pê kir û rasterast mudaxele kir. Jixwe demeke kin beriya ku DAIŞ êrişî Kobanê bike, dewleta Tirk propagandayeke tund ji  bo koçberkirina gel dikir. Dewleta Tirk bi awayekî fermî piştgiriya DAIŞ'ê kir da ku aloziya Sûriyê çareser nebe û rê li pêşiya belavbûna sîstema me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire."

‘DIVÊ HER KES LI CEM ŞERVANAN BE’

Rûken Ehmed diyar kir ku armanca ew e ku bi Rêveberiya Xweser re şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin da ku gel bi hêza li dijî êrişên dagirkeriyê bisekine û erka xwebirêxistinkirin û parastinê tenê ji hêzên leşkerî re nehêlin û wiha axivî: “Ferasetek heye ku divê em erka parastinê ji hêzên leşkerî re bihêlin. Divê civak bizane ku heke nikare feraseteke parastinê ava bike, nikare saziyên xwe biafirîne. Parastin ne tenê ji bo rakirina çekan e. Şer çi ye? Têkoşîn ew e ku ruhê şoreşê di kesayeta xwe de biafirîne, ji bo xaka xwe hesta dilsozî û parastinê biafirîne. Yanî koçkirin an jî çûna derveyî welat, wek çare nebîne. Divê her kes bibêje ‘divê ez li cem şervanên xwe bim ku bi çeka xwe min diparêzin’. “

'DIVÊ EM BALA CÎHANÊ BIDIN SER VÊ ŞOREŞÊ’

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku hewl didin bi hemû gelên li herêmê re şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin û got: “Divê em bala hemû cîhanê vegerînin ser vê şoreşê. Me bi hezaran şehîd dan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ'ê rizgar kir. Beriya çend rojan li Dêrazorê gel salvegera bidawîbûna DAIŞ'ê li Baxozê, pîroz kir. Me bajarên xwe ji DAIŞ'ê paqij kirin, lê DAIŞ hê jî heye. Heke em bi rêxistin nebin û baldar nebin, heke em nekarin yekitiya gelan pêk bînin, dê DAIŞ vegere."

Rûken Ehmed xetereya DAIŞ'ê bi bîr xist û destnîşan kir ku êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê xetereyeke mezin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û wiha dewam kir: "Bingeha me civaka me ye. Heke civak bê birêxistinkirin, her kes ji hêza xwe bawer dike."

Rûken Ehmed diyar kir ku têkoşîna jinên Rojava îlham da hemû jinên Sûriyê û got gelê Siweydayê piştî êrişên hikumeta Şamê bang li Rêveberiya Xweser kiriye û daxwaza xweseriyê kiriye.

'DIVÊ JIN Û GEL PÊŞENG BIN'

Rûken Ehmed wiha dewam kir: "Ez hêvî dikim ku jin û gelê me vê pêşengiyê bikin û li hin tiştan baldar bin. Sedema hişyariyê jî ew e ku dewleta Tirk hewl dide ji her valahiyekê sûdê wergire. Valahiyekê di nava civakê de bibîne hema yekser ji bo êrişên xwe bi kar tîne. Tevî van hemûyan ez careke din diyar dikim ku ji bo mayîndekirina şoreşa me yekitî, birêxistinbûn û xwebawerî divê."

Rûken Ehmed da got dijminên gelê Kurd her tim xeta xiyanetê bi pêş xistine, pêşî li yekitiya Kurdan girtine, lê ev feraset bi rêber Abdullah Ocalan re şikest û wiha dewam kir: “Wek gelê Kurd, hişmendiya me, hêza me û hejmara me ne kêm e. Lê dijmin hewl dide me bi xiyaneyê re rû bi rû bike. Lê bi derketina rêber Apo re ev feraset hat şikandin. Sînorên fîzîkî û derûnî yên di navbera Kurdan de bi  saya rêber Apo hatin rakirin. Kurdên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat di heman mewziyê de tê koşiyan û bûn hevrê. Me di berxwedana Kobanê de dît. Li Bakur gel zincîra mirovahiyê ava kir û got 'Kobanê nakeve'. Vê yekê nîşan da ku sînor ji bo gelê Kurd bê wate bûne."

Rûken Ehmed bal kişand ser têkiliyên PDK û dewleta Tirk jî û got: "Kesên wekî Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî helwesteke berevajî nîşan dan. Ne rast e  ku mirov wan wek Kurdên Başûrî nas bike, ji ber ku gelê Başûr xwedî ruhekî neteweyî ye. Bi salan li dijî Sedam li ber xwe da û pêşmergeyên qehreman derketin holê. Hin partiyên li Başûr xizmetê ji hêzên derve re dikin, ne ji civaka xwe re."

KONGREYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ

Her wiha Rûken Ehmed diyar kir ku divê gelê Kurd di demeke kurt de kongreya xwe ya neteweyî pêk bîne û wiha lê zêde kir: “Şerê me yê li dijî DAIŞ'ê ji bo gelên Sûriyê bû mînak û bi saya wê Suryan, Ereb, Çerkez û Tirkmenan jî xwe bi rêxistin kir. Têkoşîna li vir îlham da birêxistinbûna gelê Şengalê jî ku 73 ferman li wan kirin û hêza xwe ya leşkerî û siyasî ava kirin da ku careke din ferman çênebin. Îro êzidî dikarin li dijî hewldanên PDK'ê û hikumeta Iraqê yên li dijî statuya wan, li ber xwe bidin."

ANHA