Li Iraqê aloziya hilbijartinê, li Başûr metirsiya şer -ŞUKRU GEDÎK

Li Iraqê aloziya hilbijartinê, li Başûr metirsiya şer -ŞUKRU GEDÎK
30 adar, 2022   00:53

Nediyariya siyasî ya Iraqê hê jî didome. Şerê desthilatdariyê rê li ber vê nediyariyê vedike û ne pêkan e ku di demeke nêz de bê çareserkirin. Pirsgirêkên Iraqê ne tenê bi Iraqê re sînordar in û dibin pirsekên cîhanî. Çareserkirina pirsgirêkeke gerdûnî ya bi çareseriyên herêmî jî gelekî zehmet e û ya ku tê kirin jî ev e. Heke rêkeftinek pêk neyê jî Iraq dê ber bi aloziyeke kûrtir ve biçe.

Nakokiyên 3 komên sereke yên Iraqê; şîe, sûnnî û Kurdan, ne tenê dibin sedema tengezariyê, di heman demê de dibin sedema rîska pevçûnê jî. Bi şerê Ukraynayê re parçebûnên navxweyî û mezhebî zêdetir bûn. Îran aktora herî mezin a aloziya navxweyî ya Iraqê ye û Tirkiye jî ji parçebûnê sûdê werdigire û li welêt dibe aktor.

NAKOKIYÊN MEZHEBAN ZÊDE DIBIN

Parçebûna şîeyan parçebûna desthilatê ye; kî dê desthilatdarê şîeyan be? nîqaşek berdewam e. Nakokiyên heyî yên di navbera desthilatdarên şîeyan yên li Îranê û şîeyên li Iraqê de sedema bingehîn a nebûna sazkirina desthilatekê ye. Ev arîşeya mezhebî jî bûye egera parçebûna şîeyên Iraqê di nava xwe de. Parçebûna komên şîe yên bi pêşengiya Sadr û şîeyên alîgirên Îranê, arîtmetîka parlamentoyê guherand û bû sedem ku nekarin piraniyê bi dest bixin.

Heman tişt ji bo komên sûnnî jî heye. Şerê ji bo xelîfetiya îslamî, komên sunnî anîn ber şerê çekdarî. Ev bûye nakokiyeke berfireh ku ji komên sunnî yên Iraqê heta Qeter, Siûdî, Îmarat û Tirkiyê berfireh dibe. Kevneşopa sûnnî ku herî zêde neteweperestiya Ereb tê de ye û demeke dirêj li Iraqê desthilatdar bû, ji bo desthilatê wek aliyê herî radîkal dimîne. Komên sûnnî ku bi serokatiya parlamentoyê sînorkirî ne, dê bi vê yekê qayîl nebin. Ji ber vê yekê di hilbijartinên hikumet û serokkomariyê de li firsendan digerin. Kurd jî bi hevalbendiya xwe ya bi şîeyan re hewl didin berjewendiyên xwe biparêzin.

MÎSYONA PIYONIYÊ YA MALBATA BARZANÎ DÊ ZIRAREKE MEZIN BIDE KURDAN

Her çend şerê di navbera Kurdan de ji pevçûna desthilatdariyê ya di navbera PDK û YNK'ê de derdikeve holê jî, a rast, pirsgirêk gelekî kûrtir e. Herêma Başûr ku ji bo Tirkiye û Îranê bûye qada lîstikê, ber bi bêaramiyê ve diçe. Erka pîyoniyê ya malbata Barzanî hem li Başûr hem jî li Iraqê dewam dike. Di navbera Mesrûr û Nêçîrvan de jî şerekî navxweyî yê nû heye. Heke pirsgirêkên navxweyî yên PDK û YNK'ê û polîtîkayên li dijî hev û nakokiyan çareser nekin, îhtimal e ku veguhere şer. Xwelîseriyek e ku ew pişta xwe didin Îran û Tirkiyê. Destpêkirina pevçûneke potansîyel dê qumara dawîn a jiyana wan be.

Heke Kurd, şîe û sûnnî hem li hundir hem jî li hemberî hev dijminatiya xwe çareser nekin, şerê navxweyî teqez e. Îran aktora herî girîng e ku dê rewşa heyî û siberoja Iraqê diyar bike. Mifteya şer û aştiyê niha li Îranê ye. Bêyî Îranê, bêyî ku planên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê yên li dijî Îranê li ber çavan werin girtin, ne pêkan e ku lihevkirin, aştî û hikumet li Iraqê bê avakirin.

IRAQA BÊHIKUMET MODELA HIKUMETA NÛ YA IRAQÊ YE

Tevgera Sadr ku PDK jî di nav de ye û tifaqa hilbijartinê ya bi navê 'Rizgarkirina Welêt' ku hin fraksiyonên sûnnî jî di nav de ne, têra serketina serokatiyê nakin. Li aliyê din, ji ber ku bloka şîe ya navenda wê Îran e, YNK û sûnnî yên bi wan re tev digerin, civîna parlamentoyê boykot dikin. Ji ber vê yekê jî hilbijartina serokkomar careke din hat paşxistin. Heta ku ev parçebûn çareser nebe, hilbijartin zehmet xuya dike. Iraqa bêhikumet, dê modela hikumeta nû ya Iraqê be. 

Nêzîkî 6 meh piştî hilbijartinên parlamentoyê, ne serok tê hilbijartin û ne jî hikumet tê avakirin. Hevkêşeya siyasî ya heyî ji çareseriyê wêdetir vê krîzê kûrtir dike. Iraq bi şerekî navxweyî yê nû re rû bi rû ye ku hemû alî ji derve bi qasî pirsgirêkên navxweyî bandor lê dibin, cudahiyên siyasî û her wiha şerê desthilatdariyê, nakokiyên mezhebî, berjewendiyên aborî li ber çavan bên girtin.

JI BO BAŞÛR DAHOLÊN HAWARÊ LÊ DIXIN

Kurd dê di şerekî gengaz de bibin windakarên herî mezin. Dema mirov li daxuyaniyên Tevgera Azadiya Kurd dinêre, mezinahiya xetereyê tê dîtin. Nîşaneyên ku PDK li gel Tirkiyê êrişî PKK’ê bike û daxuyaniyên KCK’ê ji bo her kesî wek hişyarî ne. Tê zanîn ku PDK demeke dirêj e amadekariya vî şerî dike. Hemû hêza xwe ji bo vî şerî terxan dike. Heta ku bi Tirkiyê re tev bigere, ew ê ji vê çarenûsê rizgar nebe.

Li pişt tercîha malbata Barzanî ya ji bo pevçûna bi PKK'ê yan jî YNK'ê re, pêwîst e ne tenê şerên desthilatdariyê yên hêsan, hesabên çalak ên berjewendiya hêzên herêmî û global bên dîtin. Hêjayî gotinê ye ku peywendiyên Barzanî yên li Tirkiye, Qeter, Îmarat û Erebistana Siûdî ne serdanên ji rêzê ne.

JI BER KU PKK MÎSOGERIYA KURDAN E, DIBE HEDEF

Erdnîgariya Kurdan û bi taybetî jî herêma di bin kontrola PKK'ê de, hesabên hêzên herêmî û global serobin dike. Rezervên petrol û gazê û rêgehên veguhastina wan ku di vê herêmê re derbas dibin, dibe ku bibe sedema şerekî mezin. Yan dê bi PKK'ê re li hev bikin an jî heke bikarin dê qels bikin. PKK ji ber ku hem ji aliyê îdeolojîk hem jî pratîk ve ji bo berjewendiyên giştî yên Kurdan mîsogerî ya, dibe hedef. Şerê ku ji aliyê malbata Barzanî ve li dijî PKK'ê tê meşandin, şerekî bi vî rengî ye.

DIVÊ DAXUYANIYÊN KCK'Ê BI BALDARÎ WERIN XWENDIN

Daxuyaniya KCK'ê ya 'şerekî gengaz dê ji bo Kurdan felaket be' biryardariyeke gelekî girîng e û mijareke jiyanî ye. Her çi qas navenda vî şerî Başûrê Kurdistanê be jî, dê bandor û berdêlên wê li her derê hebin. Ya rast, dibe ku ev şer li Iraq û Rojava jî belav bibe.

Yekane rêya jiholêrakirina van senaryoyên şerê kirêt ê ku gelê Kurd ber bi karesatê ve bibe, ew e ku PDK were teşhîrkirin, lîstikên wê deşîfre bikin û raya giştî di vê mijarê de hesas be. Malbata Barzanî siyaseteke ew çend bê hêvî dimeşîne ku dibe ku Başûr jî mîna Ukraynayê tune bike. Divê were dîtin ku hesabên berjewendiyê yên mezin li pişt şerê wî yê li dijî PKK'ê hene. Gelê me ji bo ku ev xetere bê tunekirin, divê ji niha ve bikeve nava tevgerê.