Malbatên şehîdan: Em tenê berdana ji xeta xiyanetê ji PDK'ê dixwazin

Malbatên şehîdan ên herêma Firatê nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re da û bang li PDK'ê kir ku dev ji xeta xiyanetê berde.

Malbatên şehîdan: Em tenê berdana ji xeta xiyanetê ji PDK'ê dixwazin
30 adar, 2022   03:30
KOBANÊ

Bertekên li hemberî siyasetên PDK'ê yên tevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re berdewam dikin.

Herî dawî PDK'ê liv û tevgera hêzên xwe li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirine ku li wir gerîlayên azadiyê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî raber dike.

Tevgerên PDK'ê yên li Heftanînê piştî hevdîtinên rayedarên dewleta Tirk a dagirker û yên PDK'ê, pêk hatin.

Beriya niha feremandariya HPG'ê, Koma Civakên Kurdistanê (KCK), rewşenbîr û hunermendên li hundir û derveyê Kurdistanê bang li PDK'ê kiribûn ku dev ji hevkariyê bi dewleta Tirk re berde. Lê PDK'ê ew bang başguh kir û li ser hesabê gelê Kurd û Iraqê têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk a dagirker re kûrttir kir.

Têkiliyên di navbera dewleta Tirk û PDK'ê bi derketina Tevgera Rizgariya Kurdistanê re di sala 1978'an û pêngava 15'ê Tebaxê sala 1984'an de kûrttir bûn û heya roja îro didome.

Malbatên şehîdan ên herêma Firatê siyaseta dijmantiyê ya PDK'ê û serdana berpirsên wan bo dewleta Tirk şermezar kirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bavê şehîd Edhem Kobanê, Mistefa Elûş got: "Şerê ku gerîla dimeşîne ne şerekî hêsan e û ne ji bo berjewendiyên wan e, lê ji bo Kurd û hemû cîhanê şer dikin. Em bawariya xwe ji zarokên xwe digirin û em bawer dikin ku heger yek ji malbatên şehîdan bimîne, serkeftin ya me ye. Zarokên me dê li hemberî çekên giran ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser çiyayên pîroz ên Kurdistanê bi kar tînin, bi ser bikevin."                                       

Mistefa Elûş peyamek ji rayedarên PDK'ê re şand û got: "Divê li xwe vegere, ji ber ku dîrokê rehmê lê nake. Wê rojeke were PDK'ê ji ber vê xiyanetê were muhasebekirin û berdêlên giran bide, nemaze ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi xwîna zarokên me bazirganiyê dikin û xwe difroşin desthilata dewleta Tirk."

Bavê şehîd Bêrîtan Kobanê, Fethî Ehmed xîtabî rayedarên PDK'ê kir û wiha got: "Bawerî nedin dewleta Tirk ji ber ku ew hewl dide we îstîsmar bike. Serdana Nêçîrvan Barzanî ya li Tirkiyê û çawa heqaret lê kir dema ku ala Herêma Kurdistanê li pişt wî bilind nekiribûn ku wekî yek ji wezîrên Recep Tayyîp Erdogan nêzî wî dibû. Ev tiştek ji bo hikumeta Başûr û gelê Kurd şermeke."

Fethî Ehmed her wiha daxwaz ji PDK'ê kir ku siyasetên xwe biguherînin ji ber ku dawiya îxanetê giran e û wiha dom kir: "Ez nizanim PDK'ê çawa û li ser hesabê kê hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dike, ma ne li ser hesabê zarokên Kurdan ên ku ji bo parastina ax û gelê Kurdistanê canê xwe feda dikin e."

(dx)

ANHA