ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-03-2022
29 adar, 2022   23:00

-Bi boneya roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan, şêniyên navçeya Qenaya ya Kobanê meşekê li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan parêzer Xalid Omer diyar kir ku astengkirina hevdîtinên bi rêber Abdullah Ocalan re, binpêkirina zagonên têkildarî mafên girtiyan e û CPT jî têkildarî mijarê bi erka xwe ranabe û got di Newroza îsal de gelan dilsoziya xwe ya bi rêber Ocalan re nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku rêveberî amade ye diyalogê bi hikumeta Şamê re bike. Her wiha hikumeta Şamê rexne kir ku xwe ji diyalogê dide alî û got: ''Pergaleke pirrengî ya nenavendî, çareseriya herî guncew ji aloziya Sûriyê re ye.''

- Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed bal kişand ser girîngiya birêxistinkirina hêza gel û destnîşan kir ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de xwe bi rêxistin bikin û hêza xwe biafirînin û çavê tevahiya cîhanê vegerînin ser şoreşa xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Kesayetê welatparêz Elî Omer girêdana xwe ya bi têkoşîna PKK'ê re anî ziman û li ser fermandar Egîd got: "Dengê berxwedana şehîd Egîd vîn û israreke xurt da gelê Kurd û wê li hemberî koletî û xiyanetê bi serkeve." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cubeyr Şêx Silêman got, komplogerên li dijî îradeya civaka Êzidî dixwazin Şengal dorpêç bikin, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bikin ku ew jî pilaneke li dijî destkeftiyên Êzidîyan e. Her wiha diyar kir dewleta Tirk plan dike û hikumeta Iraqê û PDK'ê pêk tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên herêma Firatê nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re da û bang li PDK'ê kir ku dev ji xeta xiyanetê berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Tund, hemû ziyanên ku dihêjin mirovan, ji binpkirin û kiryarên dermirovî û hwd. Gelek cûreyên tundiyê hene; fîzîkî, devkî, zayendî, aborî û civakî.

ANALÎZ

- Nediyariya siyasî ya Iraqê hê jî didome. Şerê desthilatdariyê rê li ber vê nediyariyê vedike û ne pêkan e ku di demeke nêz de bê çareserkirin. Pirsgirêkên Iraqê ne tenê bi Iraqê re sînordar in û dibin pirsekên cîhanî. Çareserkirina pirsgirêkeke gerdûnî ya bi çareseriyên herêmî jî gelekî zehmet e û ya ku tê kirin jî ev e. Heke rêkeftinek pêk neyê jî Iraq dê ber bi aloziyeke kûrtir ve biçe.

CÎHAN

-Di salên borî de Erdogan ji bo pêkanîna siyasetên xwe pirsgirêka Fililstînê bi kar anî. Vê dawiyê rastiya xîtaba wî ya siyasî ya derbarê vê pirsgirêkê de eşkere bû. Gelo Erdogan çawa ev pirsgirêk bi kar anî. (BI WÊNE).

-Demên dawî li herêma "bêçek" pêşketinên leşkerî rû dan. Hêzên hikumeta Şamê  û Rûsyayê nuqteyên lerşkerî yên dewleta Tirk a dagirker kirin hedef. Li ser vê mijarê, lêkolîner Ehmed El-Durzî got, ev geşedan nameyên hişyariyê yên Rûsya ji bo Tirkiyê ne, Rûsya dixwaze bêje ku ew dikare dosyaya Sûriyê bixe tevgerê û dikare herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagirkirine, vegerîne. (BI WÊNE).

ANHA