​​​​​​​Erebên Şengalê nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de da

Meclisa Gundên Ereban ên li Şengalê bi daxuyaniyekê banga rawestandina çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de kir.

​​​​​​​Erebên Şengalê nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de da
29 adar, 2022   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta Iraqê li ser sînorê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de dîwar çêdike. Iraqê beriya niha biryar dabû ku di navbera gundên Êzidiyan û Ereban de têl bike  û rê nede hatin û çûn di navbera herdû herêman de hebe. Piştî bertekên gel ev biryar heta niha pêk nehatiye. Lê niha hikûmeta Iraqê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de dest bi lêkirina dîwarê bi betokê kiriye. Meclisa Gundên Ereban bi daxuyaniyekê banga rawestandina çêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de kir. Meclisê diyar kir ku ev dîwar ji bo dorpêça Şengalê ye, ne ji bo ewlehiya wê ye.

Serokê Meclisa Gundên Ereban Xideyêr  Saleh daxuyanî da. Bi dehan kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de îşaret bi dostaniya di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê hate kirin û wiha hate gotin: “Her kes dizane dostaniyek me ya bi hêz li gel birayên me yê milê Rojava re heye. Di hemû tengaviyan de ew bi hawara Şengalê ve hatine. Çêkirina vî dîwarî ne di berjewendiya gelên herêmê de ye. Beriya niha Iraqê xwest ku navbera me û Êzidiyan jî sînor deyne, lê ev yek nehate qebûlkirin. Em bi salane bi hev re ne û ti pirsgirêk navbera me de çênebûne . Em ê rê nedin ku navbera me û birayên me yê Êzidî qut bibe.”

Xideyêr  Saleh bal kişand ser dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de tê çêkirin û wiha domand: “Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku bi zûtirîn dem karê çêkirina dîwar bide sekinandin. Xuyaye ev dîwar ne ji bo pêkanîna ewlekariya herêmê ye, belku ji bo dorpêçkirina Şengalê ye. Banga me ji lîjneya parastina mafên mirovan re heye ku mudaxaheyî vî karî bike û mafê me biparêze.”