Li kampa Holê hejmarek çeteyên DAIŞ hatin girtin

Li Kampa Holê duh pevçûn di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê de qewimî. Li kampê hîna jî tevlîhevî heye.

Li kampa Holê hejmarek çeteyên DAIŞ hatin girtin
Li kampa Holê hejmarek çeteyên DAIŞ hatin girtin
Li kampa Holê hejmarek çeteyên DAIŞ hatin girtin
Li kampa Holê hejmarek çeteyên DAIŞ hatin girtin
Li kampa Holê hejmarek çeteyên DAIŞ hatin girtin
Li kampa Holê hejmarek çeteyên DAIŞ hatin girtin
Li kampa Holê hejmarek çeteyên DAIŞ hatin girtin
29 adar, 2022   09:08
HESEKÊ

Nûçegihanê me li kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê ragihand ku Şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê duh êrişî hundir Kampa Holê bi taybet beşa pêncemîn kir û di encamê de pevçûn di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyan de qewimî.

Têkildarî mijarê, endamekî Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampa Holê Îbrahîm Mihemed ji ajansa me re got: "Dema ku hêzên me erka xwe pêk dianîn rastî êrişa şaneyekî çeteyên DAIŞ'ê hatin."

Îbrahîm Mihemed piştrast kir ku ji ber ku di kampê de jin û zarok hene, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi baldarî tevdigerîn û di encamê de hejmarek ji çeteyan girtin. Lê hejmar diyar nekir.    

Şaneyên çeteyên DAIŞ'ê di êrişê de bombeya RBG bi kar anîn, di encamê de zirar gihaşt 3 wesayîtên leşkerî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên xwe yên lêkolînê di beşa pêncemîn a kampê de berdewam dikin û li kampê û navçeya Holê bi giştî qedexeya derketina derve heye.

(dx)

ANHA