​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îran li hember hewldana hikumeta herêma Kurdistanê ya zêdeşandina gazê bi hêrs e

Rojnameyên erebî îro têkildarî hedefgirtina Moskovê û Şamê baregehên dewleta Tirk li gundewarê Helebê, topbarana li ser Hewlêrê bi destê Îranê ya beriya 2 hefteyan û kar û barên Lîbyayê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îran li hember hewldana hikumeta herêma Kurdistanê ya zêdeşandina gazê bi hêrs e
29 adar, 2022   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

`MOSKOV Û ŞAM NUQTEYÊN DEWLETA TIRK LI GUNDEWARÊ HELEBÊ TOPBARAN KIRIN`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Balafirên Rûsyayê îro herêma Bê çek topbaran kirin. Li aliyekî din rejîma Sûriyê careke din nuqteyên Tirkiyê li bakurê gundewarê Helebê topbaran kirin û di encamê de gelek leşkerên wê birîndar bûn.

Generalê sûrî ku ji rejîma Sûriyê qut bûye Mistefa El-Bekûr got: Rejîma Sûriyê beyî erêkirina Rûsyayê nikare tiştekî bike. piştî girtina tengavê Bosforê ji aliyê Tirkiyê ve bi hiceta hebûna bombeyekê, Rûsan fêm kir ku ev kiryar li dijî wan e û Tirkiyê tev li dorpêça li ser Rûsyayê bûye, li rex wê Tirkiyê balafirên Beyrakdar ji Ukraynayê re şandin, di encama van kirinan de Rûsya xwest peyamekê bide Tirkiyê ku bi saya Rûsya li Sûriyê ye û heke bixwaze dikare vê rewşê biguhere. Rûsya, Îran tevî rejîma Sûriyê dê Tirkiyê dijmin bihesbîne û dê were hedefgirtin.”

`HERÊMA KURDISTANÊ BI HEVKATIYA ÎSRAÎLÊ HEWL DIDE GAZA DIŞÎNE EWROPAYÊ ZÊDE BIKE`

Derbarê topbarankirna Hewlêrê bi destê Îranê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Rayedarên iraqî û tirk gotin, plana zêdkirina şandina gazê ji Herêma Kurdistanê li bakurê Iraqê bi alîkariya Îsraîlê ji Tirkiyê û Ewropayê re, bû sedema topbarana Îranê ku di meha borî de bi moşekên balistîk Hewlêr topbaran kir.

Rayedarên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, diyar kirin ku ew difikirin ku Îran ji topbaranê peyamekê dide hevalbendên DYA`yê ku dê planên Îsraîlê pêk neyên.

Çavdêrên rewşa Iraqê diyar kirin ku derewandina nivîsgeha Nêçîrvan Barzanî ku di vê çarçoveyê de civîn bi aliyên amerîk û îsraîlî re li dar xistine, xuya dike ku PDK`ê naxwaze pirsgirêkan bi hevlbendê xwe Şepêla El-Sadir û Îtîlafa Sûnnî re çêke ku tevî wan tev li projeya birêvebirina Iraqê di dema bê de bûye.”

`METIRSIYÊN JIHEVKETINA KOMÎTEYA 5+5`

Girêdayî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Metirsî hene ku Komîteya 5+5 ji hev were xistin. Li gorî analîzvanên siyasî, gelek astengî li pêşiya komîteyê derketine.

Berdevkê fermandariya giştî ya Artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku piştî hewldanên siyasetkirina wê bi destê hikumeta Wehda Wateniye, metirsî hene ku komîte ji hev bikeve. Her wiha destnîşan kirin ku fermandariya giştî pabendî lihevkirine Cinêvê ye ku di 20`ê Cotmeha 2020`an de pêk hatî. Li gorî wê peymanê, agirbest hat ragihandin.”

(şx)