Hêzên rojavayê hewl didin bi lez peymana nukleerê pêk bînin, lê Îran şertan datîne

Digel krîza ji ber tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê, DYA û hêzên rojavayî hewl didin bi lez peymana nukleerê vejînin, lê Îran li ser şertên xwe bi israr e. Girêdayî vê yekê, lêkolînerê karûbarên Îranê Dr. Iyad El-Mecalî got: "Nepêkanîna peymanekê ku cezayan li ser Tehranê ferz bike, dê nakokiya cîhanî berfiretir bike."

Hêzên rojavayê hewl didin bi lez peymana nukleerê pêk bînin, lê Îran şertan datîne
29 adar, 2022   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukryanayê, li pêşiya pêkanîna lihevkirina nukleerî astengî ye ku pêşbinî heye ku bi ser keve. Di 11`ê Adarê de ji ber daxwazên Rûsyayê lihevkirin hat taloqkirin ku li gel cezayên rojavayê bandor li têkiliyên wê bi Îranê re neke.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got: "Me ji dostên xwe yên amerîkî xwest ku garantiyên nivîskî bidin ku ceza bandorê li mafên me yên hevkariya azad û giştî yên bazirganî, aborî, fînans û teknîka leşkerî bi Îranê re neke."

Piştî van pêşdeçûnan berpirsê siyaseta derve yê YE’yê Josep Borrell di 11’ê vê Adarê de ragihand ku danûstandinên girêdayî peymana nukleerê  hatin taloqkirin.

Josep Borrell li ser twitterê got: "Bi sedema faktorên derveyî, pêdivî bi taloqkirina danûstandinên Viennayê yên der barê dosyaya nukleera Îranê de heye."

Piştî demekê Rûsya da zanîn ku wan garantiyên nivîskî wergirtine ku ew ê bikare bi erka xwe wek aliyekî peymanê bîne cih. Ji vir xuya dibe ku dibe Moskov derfetê bide vejandina lihevkirina nukleerî.

`LIHEVKIRIN NÊZ E`

Têkildarî pêşdeçûna di dosyaya nukleerê de, Josep Borrell roja şemiyê ragihand ku pir hindik maye Îran û hêzên cîhanê têkildarî lihevkirina vejandina peymana 2015’an a nukleerê li hev bikin, ji bo ku bernameya nukleerê ya Tehranê sînordar bikin û li beramber wê cezayên li ser bi dawî bikin.

Borrell li pêş foruma navneteweyî ya Dohayê got: "Em pir nêzî pêkanîna lihevkirinê bûne, hêvî dikim ev yek pêkan be."

Di heman demê de wezîrê karên derve yê Îran Hisên Emîr Ebdulehyan eşkere kir ku betalkirina sinifandina Padarên Îranê ku hêzeke terorîst e ji aliyê DYA`yê ve, li pêşiya pêkanîna lihevkirinê astengî ye. 

Ebdulehyan da zanîn ku Îran dixwaze navê Pasdarên Îranê ji lîsteya terorê derkeve, tevî ku fermandarên pasdarê xwest ku mijar li pêş peymana nukleerê nebe asteng, heke tê de berjewendiyên Tehranê hene.

Ev cara yekemîn e ku Tehran teqez dike ku xwesteka derxistina navê Pasdarên Îranê ji lîsteya Amerîka ya "rêxistinên terorîst ên biyanî" ji mijarên mayî yên danûstandinên jinûve vegera li xebata peymana nukleerê ye.

Serokê berê yê Amerîkayê Donal Trump di 2019’an de, piştî salekê ji vekişîna Amerîka ji peymana nukleerê bi hêzên mezin re têkildarî bernameya Îranê, Pasdarên Îsranê xist lîsteya terorê.

Serokê Amerîka yê berê Donald Trump di 2018’an de ji peymana nukleerê vekişî, wê jî hişt Tehran piştî salekê dest bi binpêkirina qeydên nukleerê bike. Her wiha danûstandinên qutqutî yên li Viyanayê yên ji bo vejandina peymanê ku 11 mehan dom kirin, demeke berê di vê mehê de rawestîn, piştî Rûsya astengiyek nû derxist.

Şîrovekar dibînin ku ev xwesteka Îranê muxalefta siyasî ya hundirîn li Amerîka bi hêrs dike û Îsraîl ê ku dijminê sereke ji Îranê re bi tundî vê yekê red dike. Pispor dibînin ku bandorên derxistina Pasdaran ji lîsteya rêxistinên terorîst sembolîk dimînin, ji ber bandorê li pakêtên cezayên Amerîka yên curbecur nakin.

Tehran jî xwesteka wergirtina garantiyan dike ku DYA’yê ji yek aliyê ve ji çi peymanê venekişe.

Di danûstandinan de, dewletên rojava girîngî da ku careke din Îran pabendî sozên xwe be, lê Tehranê jî da zanîn ku divê ceza werin rakirin heta ku ev yek pêk were û garantiyan wergire ku careke din Amerîka venekişe yan jî bandorên wê yên aborî tune bin.

GUHERTINÊN NAVNETEWEYÎ YÊN MEZIN BANDORÊ LI PEYMANÊ DIKIN

Der barê çarenûsa peymana nûkleerê di çarçoveya paşdeketina têkiliyên amerîkî – rûsî de lêkolînerê karûbarê Îranê Dr, Îyad El-Mecalî ev tişt got: "Tu guman derbarê guhertinên mezin û bi lez di warê siyasî yê navneteweyî de tune ne ku bandorê bi awayekî mezin li pêngav û danûstandinên Viyana yên derbarê peymana nûkleerê de bike. Ev nîşaneyeke diyar e di pêngavên ku tê de rastî astengiyan hat. Pêngavên bidestxistina plana vejandina peymanê û xebatên diplomatîk ku weke rastiyeke lez ji berê zêdetir dest pê kir."

Dr. Îyad El-Mecalî diyar kir ku rojavayî jî hewl didin lihevkirina Amerîka-Îranê di jinûve vegerandina li peymana nukleerê pêk bê, bi taybet digel pêşdeçûna êrişên leşkerî yên heyî yên li ser sînorên wê ji hêla Rûsyayê ve li dijî Ukrayna û gefên li ser berjewendiyên Rojava, nemaze gefan li ewlehiya wê ya neteweyî dixwe.

TÊKILIYÊN ABORÎ YÊN ÎRANÎ – RÛSÎ DÊ DEWAM BIKIN

Girêdayî zehmetiyên mezin ku rastî peymanê tên El-Mecalî destnîşan kir ku ew nûnertiya cezayên aborî ku DYA`yê û hevkarên wê li ser Rûsyayê ferz kirine û ew jî ji ber tevgera Rûsya ya dawî ya leşkerî li Ukraynayê ye, ji ber vê yekê jî El-Mecalî da zanîn ku ew jî têkbirina sînyaroya temamkirin yan jî pêkanîna danûstandinên Viyena ye û tedbîrên dawî yên ragihandina gihaştina peymana nûklerî ku aliyên din qebûl bike.

El-Mecalî wiha pêde çû: "Bi vê yekê ez texmîn dikim ku rûberûbana Amerîka – Rûsya bandorê li vê dosyayê dike û Rûsya ya ku hevkara sereke di vê peymanê de ye bang dike ku garantorên amerîkî nivîskî bidest bixe ku têkiliyên îranî – rûsî ji van cezayan dûr dixe."

El-Mecalî destnîşan kir ku bi taybet peymana nûklerî dê Rûsyayê bi rola teknîkî erkdar bike ku operasyonên veguhestina yoranyom ji hundirê saziyên nûkleerî yên îranî veguhezîne, her wiha têkiliyên aborî yên îranî – rûsî gihaştine pêngavên pêşketî ku cezayên aborî yên amerîkî nikare wan qut bike yan jî berdewamiya wan di pêşerojê de qedexe bike.

ALOZIYA LI UKRAYNAYÊ DIBE SEDEM KU EWROPA JI BO VEJANDINA PEYMANÊ LEZ BIKE

Têkildarî behaneyên civaka navneteweyî û hevalbendên DYA`yê li Ewropayê ji bo berdewamî û lezkirina belgeya vê peymanê Iyad El-Mecalî ev tişt anî ziman: "Pêşxistina bûyeran di warê operasyonên leşkerî di aloziya Ukraynayê de bû sedem ku sîstemên siyasî dewletên Ewropayê ber bi parçebûna di navbera alîgir û dijberên cezayên aborî li ser Moskovê ve bibe, nexasim negihaştina peymanekê ku qeydên li ser Tehranê kontorl û ferz bike. Ev yek bû sedem ku şer berfireh bibe û hincetên ji bo gefên li ser ewlehî û aştiya navneteweyî zêdetir bibe. Ji ber vê yekê jî her kesî ceza û zehemtiyên ku rastî vê peymanê hatin, li ber çavan negirt."

(fr-bx)

ANHA