Li bajarê Helebê jinek û du zarokên wê hatin qetilkirin

Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê di encama buyerekê de jinek û du zarokên wê hatin qetilkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo zelalkirina buyerê dest bi lêpirsînê kirine.  

Li bajarê Helebê jinek û du zarokên wê hatin qetilkirin
29 adar, 2022   08:18
HELEB

Çavkaniyek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Helebê ji ajansa me re eşkere kir ku duh jinek û du zarokên wê hatine qetilkirin. Tu agahî zêdetir hîn nehatine zanîn.              

Li gorî heman çavkaniyê şêniyên taxê têkildarî bûyerê agahî dan Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştre dewriyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ber bi cihê bûyerê ve çû.  

Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê bûyerê de lêpirsîn dest pê kiriye.

(dx)

ANHA