Destekdayîna Rêveberiya Xweser hîşt ku sebzeyên cuda werin çandin

Cotkarên Tebqayê 25 hezar donim ji bo zeviyên çandiniyê yên havînê veqetand. Di heman demê de Komîteya Çandiniyê da zanîn ku destekdayîn bû sedem ku cotkar berhemên curbecur biçînin.

Destekdayîna Rêveberiya Xweser hîşt ku sebzeyên cuda werin çandin
Destekdayîna Rêveberiya Xweser hîşt ku sebzeyên cuda werin çandin
Destekdayîna Rêveberiya Xweser hîşt ku sebzeyên cuda werin çandin
Destekdayîna Rêveberiya Xweser hîşt ku sebzeyên cuda werin çandin
Destekdayîna Rêveberiya Xweser hîşt ku sebzeyên cuda werin çandin
29 adar, 2022   07:13
TEBQA-SELAM KÊRWAN

Ji bo berhem zû bigihîne, cotkarên ku sebzeyan diçînin, tovan di hingaran de diçînin da ku şitil çêbibin. Bi vê yekê gihandineke lez û berhemeke zû çêdibe. Da ku cotkar bi piştevaniya Komîteyên Çandinî û Avdanê xwetêrkirinê pêk bînin û sebze di sûkên herêmê de bi bihayên guncaw werin peydakirin.

Ji cotkarê gundewarê Tebqa Xelîl Ebdullah, îsal 550 donim ji zeviya xwe ji bo sebzeyên havînê veqetandiye ku tê de petîx û zebeşan biçîne. Ebdullah got, zeviyên xwe ji bo çandiniyê dabeş kiriye, 200 donim ji bo zebeş, 50 donim ji bo petîx, 60 donim ji bo xiyar, 40 donim ji bo kose û 200 donim jî ji bo kartolan.

Ebdullah bal kişand ser kêmbûna mazota ku ji wan re tê pêşkêşkirin û wiha got: "Ew pirsgirêka mezin e ku li pêşberî me ye. Li kêlek wê jî di wergirtina tovên baş û semadê de astengiyan dikişînin. Ji ber buhayên wan li sûkên reş pir bilind in û bi dolar tên firotin."

ZÊDEBÛNA RÛBERA ÇANDINIYA SEBZEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandina sebzeyên zivistanê mîna pîvazên şîn, kelem, qernebît, bexdenûs, xes, tivir, îspenax, silik heye. Li kêlek wê jî sebzeyên havînê mîna bacanê sor (firingî), xiyar, balîcan, bamya, miloxiyê û kose hene.

Cotkar di destpêka Gulanê de sebzeyên xwe yên havînê berhev dikin ku li sûkan belav bikin, ev yek jî bihayan kêm dike û cureyên sebzeyên herêmî ji welatiyan re peyda dike.

Tevî ku rêjeya ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve pir kêm bûye, zuwanbûna li herêmê û kêmbûna ava binerdê, lê cotkar bi destekdayîna ji hêla Rêveberiya Xweser de hewl didin berhemên xwe li sûkan belav bikin.

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Tebqayê da zanîn ku îsal pêşwazînkirineke mezin li ser çandiniya sebzeyan heye û rûbera ji bo veqetandina çandina sebzeyan zêde bûye.

Li gorî hevserokê komîteyê Ehmed Silêman, rûberiya ji çandiniya sebzeyên havînê hatiye veqetandin gihaşt 25 hezar donim û wiha got: "Geşbûna saktora çandinî û girîngiya ku cotkarên sebzeyan diçînin werdigirin, xwe dispêre destekdayîna ji hêla Rêveberiya Xweser ve."

Silêman wiha domand: "Zêdetirî 65 serayên mezin li gel serayên şitilên aşlekirî ku xwedî taybetmendiyên genetîk derdixin, hene. Li ser vê yekê dê berhemeke herêmî hebe ku parçeyeke mezin ji pêdiviyên herêmê yên sebzeyên havînê dabîn bike."

Silêman wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê li gorî derfeteyên heyî bixebitin û dê destekê bidin cotkarên ku sebzeyan li Tebqa û gundewarên wê diçînin ku xwetêrkirinê li sûkan pêk bînin û pêdiviyên welatiyan dabîn bikin."

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Tebqayê amadekariyan dike ku ruxsetkirinê li pêş cotkarên ku sebzeyên havînê diçîne dike ku semad wergirin.

(fr)

ANHA