Li kampa Holê hewldana tevgerekê ya şaneyên çeteyên DAIŞ'ê hate têkbirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê hewldana tevgereke şaneyên çeteyên DAIŞ'ê têk bir û hejmarek çete girtin.

Li kampa Holê hewldana tevgerekê ya şaneyên çeteyên DAIŞ'ê hate têkbirin
28 adar, 2022   21:14
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê li beşê 4'an ê kampa Holê operasyonek pêk anî. Di navbera hêzên ewlekariya û şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de şer bi çekên sivîk û navîn rû da.

Li gorî berpirsekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hejmareke çeteyên şaneyê hatin girtin.

Li kampê alozî û operasyona paqijkirnê didomin.

ANHA