​​​​​​​Hevserokê Tevgera Azadî: Her tevkariyeke PDK'ê bi dewleta Tirk re wê karestan bîne

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah hişyarî da ku dê çi tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî HPG’ê bi xwe re karesatan bîne û got, gel û gerîlayan dê planên dagirkeriyê têk bibin.

​​​​​​​Hevserokê Tevgera Azadî: Her tevkariyeke PDK'ê bi dewleta Tirk re wê karestan bîne
29 adar, 2022   01:58
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Koma Civakên Kurdistan (KCK) di 26’ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk amadekariya planekê dike ku êrişî HPG’ê bike û PDK’ê jî yekser tev li vê êrişî dibe. KCK’ê hişyarî li ser tevlêbûna vê êrişî da û bang li parlamentoya Başûrê Kurdistan û partiyên wê yên siyasî kir ku li hember vê plana dagirkeriyê bisekinin, di heman demê de gelê Kurd ji kiryarên PDK’ê şiyar kir.

Têkildarî mijarê, çavkaniyekî xwecihî agahî da ANF'ê û got, rêveberiya PDK'ê û dewleta Tirk planeke hevpar amade kirine. Li gorî agahiyên wî çavkanî ku di nava hêzên PDK'ê de ye, di 15'ê Nîsana 2022'ê de li herêma Kanîmasî ya wîlayeta Duhokê, artêşa Tirk wê li dijî nuqteyên gerîlayên HPG'ê dest bi êrişa dagirkeriyê bike.

Di dawiya Tebaxa borî de hêzên PDK'ê kemîn ji 7 gerîlayên HPG’ê re danî, di encamê de 5 şehîd bûn, yek rizgar bû û hîna çarenûsa yê din ne diyar e, tevkarî û îxaneta wê eşkere bû.

Têkildarî rewşên li Başûrê Kurdistanê û tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re, hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulah ji ajansa me re re axivî.

‛KOMPLOYEKE NÛ YE’

Di destpêka axaftina xwe de Mihemed Ebdullah bal kişand ser hevdîtinên di navbera PDK’ê û rejîma Tirk de ku di 12’yê Adarê de Nêçîrvan Bazranî bi wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Mevlûd Çavuşoglu re hevdîtin pêk anî, her wiha behsa serdana Helbusî, Xemîs El-Xencer û Hakan Fîdan ji Qeterê re û hevdîtina bi serokê îstîxbaratê ya Qeterê re kir û got: "Ev serdan nîşaneyên hebûna planeke nû ne."

Di 27’ê Sibatê de, serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan û serokê îstîxbaratê yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi serokê parlamentoyê Iraqê Mihemed Helbûsî û serokê Hevbendiya Serweriyê Xemîs El-Xencer re li Tirkiyê civiyan.

Here wiha di Forûma Dîplomatîk a li Antalya de ku 12’yê vê Adarê pêk hatibû de serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan re. Piştî vê civînê PDK’ê hêzên xwe û bi dehan erebeyên leşkerî sewqî herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê kirin.

Têkildarî planên dewleta Tirk Ebdullah wiha got: "Em hemû dizanin ku ev planên li dijî Kurdan bi taybet li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye. Du armancên vê planê hene, ku xewna osmanî ya kontrokirina Kerkûk û Mûsilê bi cih bîneû ya duyemîn jî valahiya aborî ya li Tirkiyê bi rêya sûkên bazirganiyê werin keysbazkirin û kelûpelên xwe li Başûrê Kurdistanê bifiroşin, dagire."

Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirk di plan û destwerdanên xwe yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê de Sune û Tirkmen û bi taybet PDK’ê bi kar tîne û ev tişt got: "Da ku plan û destwerdanên li karûbarên Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêk bîne, dewleta Tirk Sune û eniya Tirkmen nemaze jî PDK’ê bi kar tîne. Êrişên li ser Şengalê pêk hatine planek di navbera Kazimî û Nêçîrvan Barzanî de bi çavdêriya dewleta Tirk bû. Ji ber wê ev êrişên niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tên, planeke hevpar e tirkî ye û PDK’ê ye."

Mihemed Ebdullah anî ziman ku têkiliya di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de xwe dispêrin dijbertiya tevgerên rizgariyê yên li Kurdistanê û ev tişt anî ziman: "Ev ne cara yekemîn e ku PDK’ê tevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re dike. Di êrişên salên 1992, 1994, 1997 û 2000’î yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de PDK’ê beşdar bû. Li vir dixwazim bibêjim ku dema dewleta Tirk plana her êrişekê datîne, civînên veşartî bi PDK’ê re li dar dixe."

‛PDK’Ê DI WÊRANKIRINA DESTKEFTIYÊN BAŞÛR DE TEVKARIYÊ DEWLETA TIRK E’

Mihemed Ebdullah îşaret pê kir ku dewleta Tirk wêrankirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê û têkbirina ewlehiya didomîne û wiha pê de çû: " PDK'ê di vê wêrankirinê de hevkar e. Di van rojên dawî de hewl didin planeke nû li dijî Başûrê Kurdistanê pêk bînin. Serdana Barzanî ya ji bo Tirkiyê delîlê vê yekê ye. Bi van civîn û planan û hevkariya hêzên alîgirên PDK'ê dixwazin operasyonên leşkerî li dijî hêzên gerîla pêk bînin. Ev dide nîşandan ku PDK'ê soza dijminê Kurdan e daye ku Kurd tu carî armancên xwe pêk neyînin."

Têkildarî bangên dubare ji hêla partiyên Kurd ve, herî dawî jî banga Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ku PDK’ê nebe tevkarê van planan Ebdullah wiha pê de çû: "Dema KCK’ê bang li hemû partî û hêzên li Başûrê Kurdistanê kir ku rê li pêş çi êrişeke leşkerî ya nû bigirin, par dewleta Tirk êrişeke leşkerî pêk anî, lê bi saya berxwedan û fedekariyên gerîlayan ev yek têk çû, ji lew re ez bi hêvî me ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên leşkerî de negihîne tu armancên xwe."

‛PLANÊN DEWLETA TIR NAGIHÎNIN SERÎ’

Hevserokê Tevgera Azadî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gerîla ya li hemerî planên Tirkiyê û wiha axivî: " Ji 1995’an û heta niha ve dewleta Tirk gelek êrişên leşkerî bi navên cuda li dijî gerîlayan pêk anîn û pêk tîne. Lê tu encam bi dest nexistin. Ji lew re ji PDK’ê xwest ku di êrişên wê de tevkar be. PDK’ê bi daweyekî veşartî tevkariya dagirkeriya Tirk dikir, lê niha eşkere bûye."

Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirk di destpêka sala 2021’an de li Garê bi bin ket, ji lew re êrişên xwe li dijî herêmên Avaşîn û Metîna berfireh kir û wiha pê de çû: "Ruxmî ku çekên pêşketî bi kar anî, lê li pêş berxwedana gerîlayan têk çû. Ji ber wê dewleta Tirk di êrişên xwe de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam bike. Piştî van binkeftinan dewleta Tirk di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, ew hewl dide bi rêya êrişên xwe xewna Osmanî vegerîne."

Dewleta Tirk di Sibata 2021’an de jî êrişek bir ser çiyayên Garê yên li Başûrê Kurdistanê, lê piştî 4 rojan bidawîkirina êrişê ragihand, ew jî piştî ku nekarî leşkerên xwe bi rêya balafirên daxe û çiyayan dagir bike, pêk hat.

‛GEL BI TEVGERA AZADIYÊ VE GIRÊDAYÎ YE’

Mihemed Ebdullah destnîşan kir ku gel avakirina civakeke demokratîk dixwaze û ew bi tevgera azadiyê ve girêdayî ye, nimûneya vê jî li Şengal û Rojava ye û ev tişt got: "Her planeke dewleta Tirk, bi xurtî ji aliyê gelê ve tê redkirin û rastî berxwedaneke lehengane tê. Ji ber vê yekê her planeke wê were têkbirin."

Der heqê nêrînên KCK’ê ji bûyerên li Kurdistanê rû didin, Ebdullah wiha axivî: "Nêrîna KCK’ê ji hemû bûyerên li Kurdistanê rû didin rasteqîn in û planên dewleta Tirk dizanin û dê van planan têk bibin. Lê PDK’ê desthilata xwe li ser Başûrê Kurdistanê ferz kiriye, heke peymana di navbera Barzanî û El-Sedir de berdewam bike dê destwerdanên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê zêde bibin."

Ebdullah got, çi planeke ku tê de dewleta Tirk heye, ji bo dagirkirin û êrişên li ser vîna gelê Kurd in û wiha dom kir: "Ev peyman êrişên li ser hemû kurdan in û çi peymana ku tê de Barzanî hebe ji bo xizmeta mal û berjewendiya wî ya takakesî ye û li dijî gelê Kurd ê azad e. Barzanî her tim li pêşiya destkeftiyên kurdan asteng e, hewl dide wêran bike û di hemû şerên dikevin berjewendiyên dewletan de û nekevin berjewendiyan kurdan beşdar e. Dema DAIŞ’ê êrişî Başûrê Kurdistanê kir, PDK’ê desteka da wan, me ew yek li Şengalê dît. Niha jî û careke din PDK’ê hewl dide kurdan bike qurbanê nakokiyan û dê karesatekê pêk bîne."

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hewlêr niha navenda îstîxbarata Îsraîl, Amerîka û dewleta Tirk e û kî bixwaze Başûrê Kurdistanê kontrol bike PDK’ê destekê dide wan. Pêdiviya me bi navendên îstîxbaratê li Başûrê Kurdistanê tune ye. Lê belê xwetekên me yekitiya Kurd e û wek ji her kesî re eşkere ye pêngava bê ku PDK’ê pêk tîne nakeve xizmetî berjewendiya kurdan."

(fr)

ANHA