Li Girê Spî du çete hatin kuştin

Li gundewarê Girê Spî du çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker a dagirker hatin kuştin.

Li Girê Spî du çete hatin kuştin
28 adar, 2022   20:17
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, li gundê Renîn ê dikeve başûrê bajarokê Silûkê yê Girê Spî, ji ber teqîna mayînekê ku di erebeyan wan de hatibû bicihkirin du çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên hatine kuştin, serçeteyê Feyleqa 3'an a ''Cebha El-Şamiyê'' Ebû Elî El-Derawî ye û çete Ehmed El-Hemed ji "Feyleq Mecid" e.

ANHA