Sûcên dewleta Tirk ên bi navê îslamê di semînerekê de hatin vegotin

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê îslamê li ser herêmê, semînerek ji oldaran re lidar xist.

Sûcên dewleta Tirk ên bi navê îslamê di semînerekê de hatin vegotin
28 adar, 2022   17:07
HESEKÊ

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê semînerek ji oldarên navçeyên Hesekê re li dar xist. Di semînerê de behsa êrişên li ser herêmê, sûcên ku li dijî sivîl, jin, zarokan têne kirin, koçberkirina gelan, talankirina mal û milkên wan di bin navê Îslamê de, fikr û felsefeya rêber Ocalan hate kirin.

/ar/uploads/files/2022/03/28/160044_dsc_0126-28kbyr29.webp

Bi dehan oldarên ji Til Temir, Zirgan, endamên saziyên sivîl beşdarî semînerê bûn. Di semînerê de ji rêveberên  beşa perwerdeyê ya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cemîl Haco axivî, rojbûna rêber Ocalan pîroz kir û  got: "Axaftina li ser rojbûna rêber Ocalan nayê wateya ku behsa rojbûna kesekê tê kirin, lê belê ew rojbûna fikir, felsefeyeke nû ye û rojbûna gelê ku di nava çend salan de rastî zilm û paşguhkirinê hat."

/ar/uploads/files/2022/03/28/160020_hythm-khlyl-28kbyr29.webp

Derbarê armanaca semînerê de, meleyê mizgefta Hec Sultan a Dirbêsiyê û serokê Meclisa Olî ya Serêkaniyê Heysem Xelîl wiha axivî: "Di civînê de me behsa siyasetên dewletên derve, di serî de dewleta Tirk a dagirker kir ku bi navê olê şerê me dike. Wekî ku em dizanin dema ku êrişî Efrînê kirin tirkên ku navê şex û zanyarên olî li xwe dikin Sûreta Fetihê xwendin û êriş dan destpêkirin. Di wan êrişan de sivîl qetil kirin, mizgeft û cihên îbadetê teqandin. Em ji wan matmayî man ku çawa bi sûretên Qurana pîroz niştecihên hermê koçber kirin, zarok qetil kirin û malên sivlan wêran kirin. Heger em Quran û ayatên wê bixwînin em ê bibînin ku Quran wan kesan bi zaliman wesif dike."

Heysem destnîşan kir ku di semînerê de behsa rojbûna rêber Abdullah Ocalan, tişta ku ji gel û mirovahiyê re pêşkêş kir hate kirin. Her wiha hêvî kir ku aramî li herêmê misoger bibe û koçber vegerin malên xwe.

(bx)

ANHA