Akademiyên Civaka Demokratîk civîna xwe ya salane li dar xist

Akademiyên Civaka Demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salan lidar xist.

Akademiyên Civaka Demokratîk civîna xwe ya salane li dar xist
Akademiyên Civaka Demokratîk civîna xwe ya salane li dar xist
Akademiyên Civaka Demokratîk civîna xwe ya salane li dar xist
Akademiyên Civaka Demokratîk civîna xwe ya salane li dar xist
Akademiyên Civaka Demokratîk civîna xwe ya salane li dar xist
Akademiyên Civaka Demokratîk civîna xwe ya salane li dar xist
28 adar, 2022   15:53
HESEKÊ

Akademiyên Civaka Demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salan li hola navenda PYD`ê ya li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê li dar xist.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif, rêveberên akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêveberên akademiyên Rêber Abdullah Ocalan, Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kongra Star beşdarî civînê bûn.

Di civînê de rewşa siyasî ji aliyê endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif ve hate nirxandin. Foza Yûsif got: "Di dema şerê li herêmê de em bi ziyanên kêm derdikevin. Ji ber îhtîmalên erênî û neynî hene.  Ji texmînin erênî vekirina deriyê diyalogê xurtir di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de ye û gihaştina ber bi xalên hevbeş di navbera wan de. Ji texmînin neynî ku dewleta Tirk êrişên nû li dijî herêmê pêk bîne."

FozaYûsif  bal kişand ser cezayên Qanûna Qeyser ên li ser Sûriyê û destnîşan kir ku nîqaş hene ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qanûna Qeyser were dûrxistin, lê heta niha tu daxuyaniyên fermî ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve tune ne û wiha pêde çû: "Tê texmînkirinkirin ku bandora vê dûrxistinê ji aliyê dewleta Tirk û rejîma Sûriyê li ser herêmê hebe. Ew jî ji ber dê her du binirxînin ku herêm xwedî serxwebûne û ji Sûriyê hatiye qutkirin."

Foza Yûsif diyar kir ku dê girîngiyê bidin vekirina deriyê sînor ê Til Koçer  ku herêm niha tenê li ser deriyekî maye.

Foza Yûsif di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Di dema heyî de têkilî û diyalogên di navbera PYD û ENKS`ê de hatine rawestandin. Ji ber helwesta ENKS'ê ji îtîlafa Sûrî pir şermok e. Ji wê zêdetir ev îtîlaf guhertina demografî û qirkirina çandî li Efrînê pêk aniye. Lê heta niha tu helwesta ENKS`ê ji vê îtîlafê tune bû."

Foza Yûsif îşaret pê kir ku di belgeya dawî ya ''Îtîlafa Sûrî'' de tu itîraf bi mafên gelê Kurd û Rêveberiya Xweser tune bû û got, îtîlaf her tiştê girêdayî gelê Kurd înkar dike, tevî vê yekê jî ENKS`ê di nav de ye.

Foza Yûsif di berdewama nirxandinên xwe de bal kişand ser tevgeriya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û got: "Em dizanin ku PDK`ê hêzên xwe bi cih dike da ku bi destekdayîna pêşmergeyên ENKS`ê êrişî gerîla bike. Lê em tenê dikarin bêjin ku ENKS`ê tev li şerê li dijî Kurdan li çiyayên Kurdistanê dibe û li vir jî dixwaze ji diyaloga bi hêzên kurdî re bireve."

Paşê prespektîfên rêber Abdullah Ocalan bi zimanê erebî û kurdî ji aliyê endama rêveber a Navenda Lêkolîn û Zanistên Civakî ya bajarê Qamişlo Amed Dilpak û endamê rêveber ê Akademiya Şehîd Îsmaîl a bajarê Minbicê Refet El-Xelef ve hatin xwendin.

Piştre sînevizyon derbarê xebatên akademiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate pêşandan.

Her wiha rapora salane ya Akademiyên Civaka Demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanê erebî û kurdî ji aliyê endamê rêveber ê Akademiyên Civaka Demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selah Şêxmûs û endamê rêveber ê Akademiyên Civaka Demokratîk ên Reqayê Rewan El-Ehmed ve hate xwendin.

Ji bo pêşxistina xebatên akademiyan beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Ji wan pêşniyaran; diruşmeyên akademiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin yek, dewreyên astên yekemîn û duyemîn ji bo akademîsyenan werin vekirin.

 (bx)

ANHA