Dagirekran li Efrînê du welatiyên din revandin

Li navçeya Mabata ya kantona Efrînê ya dagirkerî du welatiyên din ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin.

Dagirekran li Efrînê du welatiyên din revandin
28 adar, 2022   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji Efrînê ragihandin ku dewriyeke hevbeş a îstîxbarata Tirk û çeteyên navê polîsên leşkerî li xwe dikin, li gundê Emara yê navçeya Mabata yê du welatî revandin û sewqî baregeha ewlehiyê ya li navenda navçeyê kirin.

Li gorî çavkaniyan kesên hatine revandin; Edil Îbrahîm Roto û Îmad Ehmed Mistefa ne, heta niha çarenûsa her du kesan nayê zanîn.

ANHA