Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Ekîto 2'yê Nîsanê kir betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 2'yê Nîsanê Cejna Ekîto kir roja betlaneya fermî.

Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Ekîto 2'yê Nîsanê kir betlane
28 adar, 2022   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameya 4'an, roja Şemiyê 2'yê Nîsanê ku Cejna Ekîto ye kir betlaneya fermî.

Biryarname wiha ye:

"Bi boneya cejna sersala (6772) a Babilî ya gelê Suryan Asûr ku Cejna Ekîto ye,  ji bilî saziyên ku pêwîstiyan wan bi karê rojane hene, tevahî sazî û navendên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja şemiyê 2'ê Nîsana 2022'an dikin beltaneya fermî."

ANHA