Şanoya "Çîroka sê birayan" hate pêşandan

Çalakiya ku Tevgera Mezopotaiya ya Çand û Hunera Demokratîk û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi boneya Roja Şano ya Cîhanê li dar xistiye, di roja duyemîn de bi pêşandana şanoya "Çîroka sê birayan" bi dawî bû.

Şanoya "Çîroka sê birayan" hate pêşandan
28 adar, 2022   15:22
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera şehadeta şanoger Yekta Herekol, Tevgera Mezopotaiya ya Çand û Hunera Demokratîk û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ji bo du rojan pêşandana şanoyan li ser dika navenda Mihemed Şêxê ya çandî û hunerê ya bajarê Qamişlo bi rêxistin kir.

Di roja duyemîn a dawî de şanoya "Çîroka sê birayan " hate pêşandan. Nivîskarê şanoyê Ehmed Îsmaîl e û derhêer Ebdulcabir Hebîb e.

Şano balê dikişîne ser girîngiya hebûna bawerî, exlaq û dûrketina ji derewan, her wiha bandora derewan li civakê, bi taybet li zarokan.

ANHA