​​​​​​​Civîna Neqebê bi dawî bû

Civîna "Neqebê" ya wezîrên karên derve yên DYA, Îmarat, Behreyn, Fasê, Misr û Îsraîl bi dawî bû.

​​​​​​​Civîna Neqebê bi dawî bû
28 adar, 2022   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Alarabiya, civîna "Neqebê" ya wezîrên karên derve yên DYA, Îmarat, Behreyn, Fas, Misir û Îsraîlê bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de îşaret bi girîngiya avakirina komîteyên ewlehiyê li dijî gefên Îranê yên li ser herêmê hate kirin. Her wiha hate gotin ku civîn wê bi awayekî asayî werin lidarxistin.

Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid anî ziman ku civîna Neqebê ji bo Îranê nameyeke xurt e û got ew ê di pêşerojê de were berfirehkirin.

Wezîrê Karê Derve yê DYA'yê Anthony Blinken û Wezîrê Karê Derve yê Behreyn Ebdulletîf El-Zeyanî jî piştgiriya welatê xwe ji Îsraîlê û hevkarên li herêmê ya li dijî terorê, anîn ziman.

Wezîrê Karê Derve yê Behreynê da zanîn ku dema lidarxistina civînê ji ber reftarê Îranê yê li herêmê girîng e û got, ji bo pêkanîna ewlehiya hevpar li herêmê divê xebat bê kirin û "Piştevaniya  çareserkirina dewleta Filistînê ya serbixwe" bê kirin.

Wezîrê Karê Derve yê Misirê Samih Şukrî diyar kir ku armanca lidarxistina civîna Neqebê çareserkirina rageşiyên li herêmê ye, her wiha girîngiya pêkanîna aştiyê di navbera Filistîn û Îsraîlê de piştgiriya ''çareseriya her du welatan li gorî sînorê 1967'an'' destnîşan kir.

Wezîrê Karê Derve yê Fasê jî Nasir Borîta jî got, DYA'yê di pêkanîna aştiyê de şirîk e û welatê wê di têkiliyên bi Îsraîlê re gelek pêşketin pêk anîn. Her wiha anî ziman ku di demeke nêzîk de wê têkiliyên diplomatic bi Îsraîlê re çêbibin.

Borîta  got, çareserkirina şerê Îsraîl û Filistînê pêkan e û got: "Em li vir in da ku nirx û berjewendiyên xwe biparêzin û rihê pêkvejiyanê belav bikin.'

Wezîrê Karê Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayîd civîn bi "Kêliyeke dîrokî" ji bo beşdaran bi nav kir û destnîşan kir ku ev civîn derfetek ji bo avakirina pêşerojê ye. Her wiha got, dema avakirina têkiliyên xurt li herêmê hatiye û anî ziman "Bi hevkariyê em dikarin teror û tundiyê têk bibin."

Civîna şeşalî duh êvarî dest pê kir. Wezîrê Karê Derve yê DYA'yê Anthony Blinken êvara şemiyê gihaşt Îsraîlê û duh bi hempîşeyê xwe Yair Lapid, Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett, Serokê Îsraîlê Ishaq Herzog û Wezîrê Parastinê Benny Gantz re hevdîtin pêk anîbû.

Bennett bi Blinken re axivî û got ku "fikara Îsraîl û welatên din" der barê derxistina "Pasedarên Îranê" ji lîsteya "rêxistinên terorîst" ên Amerîkayê de, û got ku ew hêvî dike ku "Amerîka bibihîze." dengên xemgîn."

(eh)