Li Qamişlo pîrozbahiyên Newrozê  ji zarokan re hatin lidarxistin

Bi boneya Cejna Newrozê li gelek bajarên kantona Qamişloyê şahî ji zarokan re hatin lidarxistin.

28 adar, 2022   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Cejna Newrozê li bajar û navçeyên kantona Qamişloyê şahî hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

Bi diruşma "Bi berxwedana Egîd wê zarokên me bi azad bijîn", Tevgera Hîlala Zêrîn şahiyek li dibistana Salih Ebdî ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Di şahiyê de endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo Cemîl Ehmed axivî, Newroz li zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: "Zarok pêşeroja me ne û pêşxistina welatê me ne."

Piştre komên hunerî yên girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo stran û govend pêşkêş kirin. Koma Sariya Baran a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn çîrok xwendin û ji aliyê xwendekarên dibistanê ve şanoyek hate pêşandan.

Li avahiya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo jî bi boneya Newrozê şahî hate lidarxistin.

Bi sedan xwendekar, nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn. Hola şahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û QSD'ê hatibû xemilandin.

Hevseroka Zanîngeha Rojava Şînda Dawud Newroz li şehîdên azadiyê, YPG, YPJ û tevahî gelên herêmê pîroz kir û got: "Bi saya fedekariyên şehîdên berxwedan û azadiyê em Newrozê pîroz dikin. Em ji dijmin re dibêjin nefikirin ku meşaleya Newroza me bitefînin, em ê agirê Newroza xwe bi destê neviyên Kawa û nişfên pêşerojê vêxin."

Hevseroka Meclisa Jinê ya Zanîngeha Rojava Renda Mistefa jî got: "Meha Adarê meha xêr û şadiyê ye, di heman demê de meha xemgîniyê ye."

Renda Mistefa anî ziman ku gelê Kurd gav bi gav nêzî serkeftinê dibe.

Di şahiyê de endama Meclisa Xwendekaran a Zanîngeha Rojava Selwa Ebûd destnîşan kir ku meşaleya Newroz meşaleya berxwedan û têkoşînê ye wê tu carî venemire, her wiha soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan lêkolîner û helbestvan Salih Heydo û Ferhad Merdê helbest xwendin. Her wiha hunermend Nesrîn Botan û Îmad Darî stran gotin.

Komên navenda Mihemed Şêxo û navenda Dicle ya Dêrikê stran û govend pêşkêş kirin.

DÊRIK

Li Dêrikê jî navenda Dicle ya Çand û Hunerê bi koordîneya Tevgera Hîlala Zêrîn şahiya Newrozê ji zarokan  re li navenda Dicle li dar xist.

Di şahiyê de  ji aliyê koma Kampa Newroz ve stran û govend hatin pêşkêşkirin.

TIL HEMÎS

Bi diruşma "Zarokên îro ronahiya pêşerojê ne", navenda çandê ya Til Hemîsê şahiyek ji zarokên şehîdna re li dar xist.

Bi dehan malbatên şehîdan, zarokên wan û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî şahiyê bûn.

Piştî rêzgirtin, zarokan li ber avahiya navendê meşaleya Newrozê pêxistin. Paşê stran û govendên folklorî hatin pêşandan. Koma Niçûm şanoyek li ser siyasetên tirkkirinê pêşkêş kir.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6pLCz2tN6a8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>