Li Hesekê û Helebê jî ji bo zarokan şahî hatin lidarxistin

Bi diruşma "Bi lehengiya Egîdan wê zarokên me azad bijîn", li kantona Hesekê û Helebê şahî ji zarokan re hatin lidarxistin.

28 adar, 2022   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya komîteyên çand û hunerê û navendên çandê, li bajarê Hesekê, navçeyên Til Temir û Dirbêsiyê şahî jî zarokan re li dar xist.

Şahî li hola Selam a bajaêr Hesekê, navenda çandê ya Dirbêsiyê û navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê hatin lidarxistin. Bi sedan zarok û malbatên wan bi cilên folklorî, her wiha bi dehan komên hunerî (Stran, şano, dîlan) beşdarî şahiyan bûn.

Di şahiyê de şêran hate belavkirin, ji aliyê koman ve stran, dîlan û şano hatin pêşkêşkirin û helbest hatin xwendin. Her wiha pêşbirekek hate lidarxistin.

HELEB

Ji bo zarokên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê jî bi heman diruşmeyê şahiyek li qada Şehîdan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqûsdê hate lidarxistin. Bi dehan zarok û malbatên wan, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de endama Tevgera Hîlala Zêrîn Buharîn Sîno got: "Ji bo jiyaneke ewle ji zarokan re gelek berdêl hatin dayîn."

Piştre koma Kulîlkên Efrînê ya Tevgera Hîlala Zîrên û koma zarokan a Cangoriyên Azadiyê ya girêdayê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk stran gotin. Koma Sosin jî govendên folklorî gerandin.  Her wiha koma Nivîsgeha Jinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê hunerên werzîşê pêşkêş kirin.

Di şahiyê de, koma Şano ya girêdayî navenda Cemîl Horor şanoya "Derî vekir", endamekî Yekitiya Hunermendan jî lîstokên veşartî "Sahir" pêşkêş kir û şanoyek bi navê "Rovî" hate pêşandan.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

ANHA