Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê çalakiyên pêşandana şanoyan

Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera şehadeta şanoger Yekta Herekol dest bi çalakiya pêşandana şanoyan kir.

Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê çalakiyên pêşandana şanoyan
Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê çalakiyên pêşandana şanoyan
Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê çalakiyên pêşandana şanoyan
Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê çalakiyên pêşandana şanoyan
Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê çalakiyên pêşandana şanoyan
27 adar, 2022   15:31
QAMIŞLO

Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi boneya Roja Şano ya Cîhanê û salvegera şehadeta şanoger Yekta Herekol dest bi pêşandana şanoyan kir.

Pêşandana şanoyan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Bi beşdarbûna bi sedan kesî şanoya "Malbata tûyê" hate pêşandan ku balê dikişîne ser bandora şer li civakê.

Piştre ji gotinên derhênerê şanoyê Peter Sellers a li ser girîngiya şano û dîroka wê hate parvekirin.

Piştre şanoya yekemîn a Komîa Şano ya "Malbata Tûyê" hate pêşandan. Nivîskarê şanoyê Stephen Orkini ye û derhêner Ednan Mistefa û Raperîn Hesen Kelkawî ye.

Wê sibe şanoya "Çîrokên sê birayan" a Koma Dibistana Şano were pêaşndan. Nivîskarê şanoyê Ehmed Îsmaîl e û derhêner Ebducabir Hebîb e.

Bi vê boneyê wê li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şano werin pêşandan.

ANHA