​​​​​​​Kongra Star: Fîşeka ji tivinga fermandar Egîd derket qeydên koletiyê şikand

Kongra Star bi boneya Hefteya Lehengiyê  got: "Fîşeka ku ji tivinga fermandar Egîd derket qeydên koletiyê şikand û bû destpêka şoreşekê ku rûpeleke nû di dîroka gelan de vekir."

​​​​​​​Kongra Star: Fîşeka ji tivinga fermandar Egîd derket qeydên koletiyê şikand
27 adar, 2022   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 37'an a şehadeta fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd), Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

''Şehîd Egîd di 28'ê Adara 1986'an de li Çiyayê Gabarê şehîd bû. Bi têkoşîna xwe gavên girîng avêt, ji hevalên xwe re statejiya danûstandinên bi dijmin re danî. Şehîd Egîd di rihê hevalên xwe de fedekariya ji bo bidestxistina rûmetê çand. Fîşeka ku ji tivinga fermanar Egîd derket qeydên koletiyê şikand û bû destpêka lidarxistina şoreşekê ku rûpeleke nû di dîroka gelan de vekir ku rabin ser xwe û ala azadiyê li ba bikin."

Bi wesîleya salvegera şehadeta heval Egîd, bi hemû hestên serferazî û serbilindahî fedekariyên lehengên me di qadên rûmetê de bi bîr tînin ku ji bo parastina destkeftiyan û piştevaniya dozaên mirov ezmûnên lehengî, fedekarî û rûmetê de nîşan dan.

Fermandarê leheng Mahsûm Korkmaz (Egîd) fermandarekî şoreşgerî bû, minbereke ku divê di pêşxistina têkoşîna li hemberî pergalên înkarkirin û qirkirina gelê Kurd û tunekirina hebûna û nasnameya wê ya çandî de esas bê girtin. Heval Egîd bi têkoşîna xwe bû semboleke ji sebmolên lehengiyê di dîroka gelê me de ku bû mînakeke pratîkî ji fikirê rêber Abdullah Ocalan û agirê şoreşê li çiyayê Kurdistanê pêxist.

Fermandar Egîd bi wî rihê fedayî rihê berxwedanê di dilê gelê me yê ku li ber tunebûn û qirkirinê bû de çand û we gihand vê asê ku teslîmbûna ji dijmin re re dike. Bi vê yekê fermandarê şoreşgerî şehîd Egîd bû sembola berxwedana nûjen ku bi milyonan kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanê dan ser şopa wî. Her wiha ji şoreşgerên Kurd ên li Rojava re bû îlham. Bi rihê fedekarî bû fikrek, şoreşek û felsfeyek ku gelê me yê Kurd û hêzên me yên şoreşgerî YPG û YPJ'ê mînak girtine. Fedekariyên şehîdan ên ji bo rizgarkirina Rojava û şerê li hemberî komên terorêst û hêzên tarî şahidên domandina xeta berxwedanê ya heval Egîd in.

Di salvegera şehadeta fermandar Egîd û kesayeta wî de, em hemû şehîdan bi bîr tînin û bejan xwe li hemberî lehengiya wan ditewînin ku bi saya wan em gihaştine vê asê. Em bi rihê Egîd bawer in ku wê di hundirê her kurdekî de be û têkoşîn bi rihê lehengî yê fermandar Egîd bê kirin.

Em ê her sal bîranên şehîdên xwe yên leheng ên nemir û nirxên wan ên mirovî bi bîr bînin. Em soza wefedariya  ji bo parastina gelê xwe bi fermandariya xwe didin. Li ser vê esasî em bang li gelê xw û tevahî gelên Rojhilata Navîn ên demokrasîxwaz dikin ku li hemberî faşîm û kapîtalîzmê şer bikin, bi rihê Mahîr Çayayn û hevalên wî şehîdên biratiya gelan, rihê berxwedan û Hefteya Lehengiyê ya ji Mezlûm Dogan a Mahsûm Korkmaz tevbigerin. Em dengê xwe bilind dikin, têkoşîna xwe li ser xeta şehîdên azadiyê û biratiya gelan xurt bikin. Bi hev re ji bo têkbirina faşîzmê, şikandina tecrîdê û pêkanîna azadî û demokrasiyê."

ANHA