Ciwanên şoreşger bi boneya Hefteya Lehengiyê meşiyan

Bi wesîleya Hefteya Lehengiyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li navçeya Amûdê li dar xist.

Ciwanên şoreşger bi boneya Hefteya Lehengiyê meşiyan
Ciwanên şoreşger bi boneya Hefteya Lehengiyê meşiyan
Ciwanên şoreşger bi boneya Hefteya Lehengiyê meşiyan
27 adar, 2022   14:57
QAMIŞLO

Bi wesîleya salvegera 36'an a Hefteya Lehengiyê, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi sedan şêniyên navçeya Amûdê meşek li dar xist.

Meş ji qada Şehîd Cîhad dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Xwendekarên Demokratîk hatin hildan. Her wiha diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin.

Di dawiyê de qeydeke deng li ser jiyana şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) hate guhdarkirin.

ANHA