Partiya Sûriya Pêşerojê nivîsgehek vekir û şahî li dar xistin

Bi boneya salvegera 4’an a damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê û bi diruşma "Sûriyeke pirrengî ya demokrasî ya nenavendî" partiyê nivîsgeha xwe li bajarokê Mergede yê başûrê Şedadê vekir, di heman demê de li Heleb û Minbicê şahî hatin lidarxistin.

27 adar, 2022   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 4'an a damezrandina Partiya Sûriyê Pêşerojê, partiyê bi merasîmekê nivîsgeha xwe li Mergede yê başûrê Şedadê vekir.

Bi merasîmekê Partiya Sûriyê Pêşerojê nivîsgehek li bajarokê Mergede yê başûrê Şedadê vekir.

Di merasîmê de gelek rûspiyên herêmê û kesayetên navdar ên ji hemû pêkhateyan amade bûn. Li ser navê şandeyên beşdar axaftin hatin kirin, vekirina nivîsgehê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji partiyê re xwest.

Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Salih El-Zobi têkildarî xebatên partiyê ji ANHA'yê re axivî û wiha got: "Armanca partiyê hemû pêkhateyan li hev kom bike û xwestekên gelên herêmê yên jiyana hevbeş di bin sîwana biratiya gelan de pêk bîne da ku ji bo azadî û demokrasiyê û Sûriyeke pirrengî ya demokrasî ya nenavendî tê bikoşin."

HELEB

Têkildarî heman mijarê, Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê şahiyek bi diruşma "Sûriyeke pirrengî ya demokrasî ya nenavendî" li dar xist. Bi dehan alîgirên partiyê amade bûn. Şahî li qehwexaneya Telit Heleb a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê Xalîde Ebdo axivî, şehîd Elî Elûş, Zana Efrîn, Hevrîn Xelef, Merwan Feteyîh û Nadya Xeşam û hemû şehîdên partiyê bi bîr anîn û da zanîn ku Partiya Sûriya Pêşerojê ya ku nûnertiya nasnameya Sûriyê dike di parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser de li pêş bû.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valatîna Ebdo salvegera damezrandina Partiya Sûriya Pêşerojê li gelê Sûriyê pîroz kir û got, pêşxistina fikrên nû ji bo krîza Sûriyê pêdiviyeke ku rêbazên çareserkirina wê werin pêşkêşkirin.

Piştre koma Kulîlkên Pêşerojê ya Partiya Sûriya Pêşerojê û koma Kulîlkên Pêşerojê ya Tevgera Hîlala Zêrîn govenedên folklorîk pêşkêş kirin.

Şahî bi stranên koma stranan a Meclisa Ciwanan a Partiy Sûriya Pêşerojê ya Helebê bi dawî bû.

MINBIC

Li Minbicê jî bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û leşkerî û şêx û rûpî şahiyek li Kela Necim hate lidarxistin.

Di şahiyê de cîgirê serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Mihemed Berkel axivî û got: "Ji Şamê bêhna yasmînê difûriya, lê sîstema desthilatdar Sûriyê ber bi tûneleke tarî ve bir û hişt ku bêhna çekê li Şamê were.

Berkel bal kişand ser helwesta opozisyona Sûriyê û wiha domand: "Tu proje û nêrîneke wê ya siyasî tunebû, ji rizgarkerê gelê Sûriyê bû wêrankerê Sûriyê. Ji ber vê yekê pêwîstî bi partiyekê hebû ku Sûriyê ji tûnela tarî derxîne. Mîna vê rojê bi baweriya ku wê bêhna yasmînê careke din li Şamê bifûre Partiya Sûriya Pêşerojê ava bû ."

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir jî axivî û got: "Partiya Sûriya Pêşerojê girîngî da jinan da ku di hemû qadan de pêşeng be û bi îradeyeke xurt beşdarî qada siyasî bibin. Partî dibîne ku azadiya jinê ji bo avakirina civakeke azad û pêşketî pêwîstiyek e."

/ar/uploads/files/2022/03/27/134539_adnan-khlyfh.webp

Di şahiyê de, serokê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ednan Xelîfe wiha got: "Em ê bi hemû enerjiya xwe bixebitin da ku ewlehî ji gel û welatê me re pêk were."

Di dawiyê da govend hatin gerandin.

(fr)

ANHA